BDP'ê nîşankirina xaniyên Elewiyan şermezar kir
BDP'ê nîşankirina xaniyên Elewiyan şermezar kir
BDP'ê nîşankirina xaniyên Elewiyan şermezar kir
Rêxistina BDP'ê ya Semsûrê, deqkirin û nîşankirina xaniyên Elewiyan ên Semsûrê bi çalakiya rûniştinê şermezar kir.
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Semsûrê ji bo şermezarkirina deqkirin û nîşankirina xaniyên Elewiyan çalakiya rûniştinê pêk anî. Koma ku li taxa Yeniyê kom bû, li vir çalakiya rûniştinê pêk anî û daxuyanî da. Di çalakiyê re dêveberên BDP'ê HDP, Egîtim Sen, KURDÎ-DER, MEYA-DER û gelek welatiyên din amade bûn. Komê di çalakiyê de siloganên "Bijî biratiya gelan", "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin. Di çalakiyê de Serokê BDP'ê yê Navçeya Navendî Azîz Akdag, ani ziman ku li ser malbatên Elewiyan lîstikên qirêj tên meşandin û êrîş şermezar kir. Akdag, anî ziman ku di 1'ê kanûnê de li taxa Yeniyê xaniyên Elewiyan hat nişandan û elewî hatin deqkirin. Akdag, anî ziman ku li ser Elewiyan komkujî tê ferzkirin û heta niha li Çorum, Yozgat, Gurgum û Sêwasê komkujî hatiye lidarxistin.
Akdag, anî ziman ku dê li dijî vê yekê têkoşina xwe berdewam bike û her dem li dijî van pêkenînan raweste.
Komê piştî çalakiyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn û çalakî li kolana Karapinarê hate lidarxistin û rê li trafîkê girtin.