BDP’ê malbatên gerîlayên PKK-HPG’ê ziyaretkirin

BDP’ê malbatên gerîlayên PKK-HPG’ê ziyaretkirin

Li navçeya Turgutlu ya Manisa, Navçeya Bismilê ya Amedê, Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê û Sêrtê bi minasebeta Cejna Qurbanê malbatên gerîlayên PKK-HPG'ê bi girseyî hatin ziyaretkirin.

MANÎSA

BDP'a Turgutlu ya Manîsayê bi minasebeta Cejna Qurbanê malbatên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê bi girseyî ziyaret kirin. Rêveberên BDP'ê malbatên gerîlayên PKK û HPG'ê ziyaret kirin û cejna malbatan pîroz kirin.

BISMIL

BDP'a Bismilê û gelek saziyên sivîl ên civakî jî bi heman armancê malbatên gerîlayên PKK û HPG'ê ziyaret kir û cejna malbatan pîroz kir.

ŞEMZÎNAN

BDP'a Şemzînanê jî bi heman armancê ji bo cejna malbatên gerîlayên PKK û HPG'ê pîroz bikin li Li Navenda Çandê ya Guldexwinê şahiyek pêk anîn. Rêveberiya BDP'ê piştî şahiyê malbatên gerîlayên PKK û HPG'ê bi girseyî ziyaret kir.

SÊRT

BDP'a Sêrtê jî bi heman armancê malbatên ku ji Rojava û deverên din koç kirine û hatine li nexweşxaneya dewletê ya Sêrtê dimînin bi girseyî ziyaret kir. BDP'iyan cejna koçberan û penaberan pîroz kir û piştgiriya xwe anîn ziman.