BDP'ê ji bo mexdûrên darbeyê pêşniyar-qanûn da

BDP'ê ji bo mexdûrên darbeyê pêşniyar-qanûn da

BDP'ê ji bo çareserkirina mexdûriyeta ji ber darbeyan, pêşniyar-qanûnek da. Di pêşniyar-qanûnê de tê xwest, dewlet ji mexdûrên darbeyan lêborînê bixwaze, tazmînata darbeyê bide û kesên ji ber darbeyê ji kar hatine avêtin, jinûve dest bi kar bikin.

Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken, pêşniyar-qanûnek bi navê "Qanûna ji bo çareserkirina mexdûriyetên ji ber darbeyên leşkerî" da meclîsê. Balûken bibîr xist ku darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê bi destûra bingehîn a sala 1982'an hînê hebûna xwe diparêze û got, "Eger mayîndebûyîna darbeyê ji holê were rakirin, rûbirûbûna bi paşerojê pêk were û tazmîta ji ber zeraran bê dayîn, wê karên çêkirina destûra bingehîn a nû jî, hêsan bibe."

Balûken destnîşan kir ku ji bo xurtkirina civakê, divê rewşa asayîbûna darbeyên leşkerî ji holê bê rakirin.

"DIVÊ DEWLET LÊBORÎNÊ BIXWAZE"

Pêşniyar-qanûn li ser encamên darbeyên 27'ê Gulana sala 1960, 12'ê Adara sala 1971, 12'ê Îlonê sala 1980 û 28'ê Adara sala 1997'an. Di xala 2. a pêşniyar-qanûnê de ji dewletê tê xwestin ku hemû mexdûrên darbeyan lêborînê bixwaze. Di heman xalê de tê gotin, "Dewleta Komara Tirkiyê,  darbeyên leşkêrî yên mijara gotinê weke gunehê li dijî demokrasî û mirovahiyê û azadiyan dibîne. Weke destwerdanek li edalet û huqûqê dipejirîne."
Di xala 3. a pêşniyar-qanûnê de tê xwestin, ku karmendên gelemperiyê yên bi darbeyan ji kar hatiye dûrxistin, li ser serlêdanê wezîfeyên wan rastî wan bên kirin.

"DIVÊ TAZMÎNAT JI BUTÇEYA ARTÊŞÊ BÊ DAYÎN"

Di pêşniyar-qanûnê de her weha tê xwestin ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û yên ji ber ol û nasnameya etnîkî li neheqiyê rast hatine, di çarçoveya lêborînê de tazmînata manewî bê dayîn. Balûken ji bo dayîna tazmînatan pêşniyar kir ku di bin sîwanê Wezareta Karên Hundur komîsyonek bê avakirin û tazmînata maddî û manewî ji butçeya artêşê bê dayîn.