BDP’ê îdiayên ‘qeydkirinê’ ya li Sêrtê ji Erdogan pirsî

BDP’ê îdiayên ‘qeydkirinê’ ya li Sêrtê ji Erdogan pirsî

Parlamentera Stenbolê ya BDP’ê Sebahat Tuncel  îdiayên ku li navçeyên Perwarî û Şîrvanê ya Sêrtê Santrala Çetîn Hîdroelektrîkê  li hemberî gel û xebatan bi awayekî sîstematîk qeyd dike û derveyê qanûnê agahiyan berhev dike de pêşnûme pêşkêşî Erdogan kir. Tuncel xwest qeydkirin û deveyê qanûnê agahî berhevkirin bê lêkolînkirin.

Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê îdiayên qeydkirinê yên li Sêrtê ji Erdogan pirsî.

Tuncel wiha got: “Li navçeyên Perwarî û Şîrwanê li ser çemê Botanê înşata fîrmaya Statraft a menşelî ya Norweçê didome. Ji aliyê rêveberiya Santala Çetîn Hîdroelektîfk ya Tirk ku hevkarê wê ye li ser bi awayekî sîstematîk li ser gel qeydkirin tê kirin û derveyê qanûnê agahî tê berhevkirin.

FÎRMAYEKE JI LEŞKERÊN TEQAWÎT PÊK TÊ

Li gorî agahiyên ji gelê herêmê hatiye bervkirin, fîrmeyeke ji leşkerên teqawît ya ku şêwirmendiya di bin navê Nirxandina Sîgma Rîk dide, pêk tîne.

Di pêşnûmê de wiha hat gotin: “Ev leşker beşeke wan bi Jîtemê re xebitîne û heta tê gotin ku bi berbaz Selîm Gul ku di kştina Ebubekîr Denîz û Serdar Taniş de cih digire re, wek xebatkarên îstîxbaratê de xebitine. Li gorî gelê herêmê ev firyara tirk şîrketa Norweçê şaş  bi rêve dibin û bi brîfîngên şaş gel qeyd dikin û daxwazên gelê kurd terorîze dike.

Tuncel ev pirs ji Erdogan pirsî:

1. Îdiayên bi vî rengî yên Perwarî –Şîrwanê hatine lêkolînkirin an na? Gelo ev agahiyên ku fîrmaya biyanî şaş bi rêve dibin, rastin an na?

2-Helwest û nêzîkatiya vê fîrmayê bi taybet ya li dijî gelê kurd hatiye lêkolînkirin an na? Der barê vê de  lêpirsînek heye an na?

3.Ji kar avêtina Hurriyet Aydin hatiye lêkolînkirin? Der barê şîrketê de kar û barê cezayê hatiye kirin an na?

4.Gelo gotinên der barê ku fîrma bi JÎTEM’ê ve girêdayî ye rastin an na? Ger rast be dê kar û barê hiqûqî bên destpêkirin?

5. Ev rewşa qeydkirin û rastê hatine lêkolînkirin an na?

 6. Rayeya fîrmayeke HES’ê ya ku li hemberî gel lêkolînek wisa bike heye an na?