BDP’ê der barê şewitandina gundan de pêşnûme da
BDP’ê der barê şewitandina gundan de pêşnûme da
BDP’ê der barê şewitandina gundan de pêşnûme da
BDP’ê der barê şewitandina gundan ya salên 90’î de bi armanca ku komkujî derkevin holê û bi paşerojê re bên rû hev pêşnûmeyek da meclisê.
Wekîlê serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken pêşnûmeyek da meclisê û da zanîn ku salên 90’î ji bo tirkiyeyê wek dema tarî di dîrokê de derbas dibe û wiha got: “Piraniya wan li Rojhilatê Firatê gelek cînayet pêk hatin, gund hatin valakirin, şewitandin û bi mîlyonan kes ji cihên xwe hatinderxistin. Pirsgirêka mezin ya siyasî, êş û civakî di nava civakê de maye.
Der barê çareseriya pirsgirêka kurd de, di navbera artêş, leşker û çekan de neçareserî kur bûye. Tabloya deketiye holê gihiştiye asteke jor û di cîhanê de mînakê wê kêmin. Bi mîlyonan kurdî koçî metropolan kir. Bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû hatin. Rastî newekheviyê hatin.
17 hezar kuştinên kiryar nediyar pêk hatin. Siyaseta Tirkiyeyê û dîroka wê ya edlî tu carî ev tablo nedîtiye û pê re rû bi rû nehatiye.
Cara yekemîn der barê şewatên gundan de lixwe mikur hatin. Van mikurhatinan întîkalê dozgeriyê kir. Gotinên leşkeran yên mirovan matmayî dihêle wihane:
Peywira dabûn tabura me şewitandina gunda bû. Me li Hezro,Licê, Hên û Pasûrê 30 gund şewitand. Em diketin gund, fermandarên me digotin malan bişewitînin.
Dema em diketin gunda fermandarên me em du –sê leşker vediqetandin û ji bo şewata malan peywir didan me. Me digotin derkevi derve, me derfet nedida amûrên xwe ji malê derxîne.
Ev îfadeyên leşkera wêneyên dijmirovahiyê yên salên 90’î derdixe ber çavan.
Ji bo ev tabloya tarî derkeve holê divê pêvajoya aştiyê de me pêşnûmeyek wisa da.