BDP’ê bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
BDP’ê bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
BDP’ê bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
Heyeta BDP’ê bi armanca bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li Wezareta Dadê da. Wekîla serokê Koma BDP’ê Pervîn Buldan da zanîn ku dipên ku hevdîtin dawiya hefteyê pêk were.
Pervîn Buldan piştî civîna çapemeniyê derbarê tezkereyê de a li meclisê de, pirsên rojnamegeran bersivan û da zanîn ku wan ji bo hevdîtinek nû ya Ocalan re serî li Wezareta Dadê dane û hêj li wan venegeriyane û got ew dipên ku vê dawiya hefteyê hevdîtinê pêk bînin.
Buldan der barê ku dê hevdîtina Ocalan di formata nû de berdewam bike de wiha got: “Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de behsa formatek nû kir. Formata nû li ser sê lingan hat avakirin. Yek divê demildest qanûna terorê ya dij bê guhertin, ya duyemîn meseleya komîsyonan. Birêz Ocalan pir behskiribû. Ji ber vê jî divê hikûmet van demildest bigire rojeva xwe û bibe qanûn. “
Heyeta BDP’ê ya ji Selahattîn Demîrtaş, Pervîn Buldan pêk dihat herî dawî di 15’ê tebaxê de hevdîtin kiribû.