BDP: Demîrtaş ji ber êş û givaştina di singê wî de rakirin nexweşxaneyê

BDP: Demîrtaş ji ber êş û givaştina di singê wî de rakirin nexweşxaneyê

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş ji ber sedema êş û givaştina di singê wî de rakirin Nexweşxaneya Memorial ya Amedê.

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş vê sibehê ji ber sedema êş û givaştina di singê wî de rakirin Nexweşxaneya Memorial ya Amedê û di bin kontrolê de ye. Daxuyaniya ku li Navenda Giştî ya BDP’ê hate kirin hate gotin “Rewşa Birêz Hevserokê me başe. Ji ber berdewamiya tetkîk û kontrolan dê îro li nexweşxaneyê bimîne.”