Bayrou: Hollande Fransayê teslîmê fundamentalistan dike!
Bayrou: Hollande Fransayê teslîmê fundamentalistan dike!
Bayrou: Hollande Fransayê teslîmê fundamentalistan dike!
Serokê Tevgera Demokrat ya partiya navendî ya Fransayê (MoDem) Fançoîs Bayrou, bertek nîşanî serokomar Françoîs Hollande da û diyar kir ku Hollande ji bo ku Sûriyeyê teslîmê hêzên fundamentalîst bike, amadekariya mudaxaleya leşkerî dike.
Françoîs Bayrou ji serokomar Fraçoîs Hollande re nameyeke vekirî nivisî û name di rojnameya Journal de Dîmanche (JDD) de hat weşandin. Namzetê berê yê serokomarê Bayrou di nameyê de wiha got: “Hun dibêjin, em ne ku Esad bixînin, di encama pevçûnan de em dixwazin giraniyê bidin ser! Ev daxuyaniyek dîplomatîk ya duru ye û baweriya wê tune. Li vir ya mijara gotinê ‘ ne hişyariye’. Mudaxaleyeke ku divê bila rejîm serî bitewîne ye û serkeftinê bide yên li dij wan. Kî ne ev yên li dij wan? Gelo amadekarî tê kirin ku dê Sûriyeyê bidin kê? Gelo dê bidin hêzên fundamentalîrst.”
Li gorî Bayrou mexdurê mudaxaleya DYA-Fransayê kêmarên li Sûriyeyê ne: Civakên cuda yên Şîî, civakên xiristiyan yên Rojhilat û dawî jî Lubnan.” Bayrou got hun Fransayê dikin riyeke bi xeter.
HIKÛMET DI MUDAXALEYA LEŞKERÎ DE BI BIRYARE
Serokwezîrê Fransayê Jean-Marc Ayroult, piştî hevdîtinên bi komên parlamentoyê re kir şûnde, di 2’ê îlonê de daxuyaniyek da û got ji bo rêveberiya Şamê ceza bikin di çalakiyeke leşkerî de bi biryarin.
Ayroult da zanîn ku êrîşa 21’ê Tebaxê de li Şamê pêk hatiye dê bê bersiv nemîne û behsa çalakiyeke tund ya leşkerî kir.