Bayik: Bêyî PKK’ê, bêyî jiyana PKK’ê li Kurdistanê çand û huner pêşnakeve!

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik ji bo 25.Festîvala Navnetewî ya Çand û Hunera Kurd peyamek şand. Bayik di peyamana xwe de got li Kurdistanê bêyî PKK’ê,beyî jiyana PKK’ê çand û huner bi pêş nakave.

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik peyamek ji bo 25. Festîvala Navnetewî ya Çand û Hunera Kurd re şand. Bayik di peyama xwe de balkişande ser dagirkeriya li ser Kurdistanê û got dagirkeriya li ser Kurdistanê ji dagirkeriya dewletên din cihê ye û dagirkeriyeke taybet e. Bayik di peyama xwe de diyar kir têkoşîna azadiyê ya dijî dagirkeriyê têkoşîneke çandî ye û dagirker jî ji bo vê bi vê dizanin êrîş dibine ser çandê da ku çanda xwe ferz bikin û çandên dî tine bikin. Bayik bi berdewamî got têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel, gerîla û PKK’ê ji bo çand, ziman û nasnameyê ye.

Bayik di peyama xwe de ku ji bo 25. Festîvala Navnetewî ya Çand û Hunera Kurd şandibû, bal kişande ser hegomanyaya çandê ya modernîteya kapîtalîst û diyar kir modernîteya kapîtalîst ji ber ku çand berxwedanê, azadiyê temsîl dike, çand ji xwe re kiriye hedef, xira kiriye, têk biriye.

Peyama Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik a ji bo 25. Festîvala Navnetewî ya Çand û Hunera Kurd, ku li Kolnê, li Elmanya pêk hat wiha ye:

‘DAGIRKERIYA LI SER KURDISTANÊ DAGIRKERIYEKE TAYBET E’

Dagirkeriya ku li ser gelê Kurdistanê tê meşandin, naşibe dagirkeriya hin dewletan a li ser gelên din ên cîhanê. Dagirkeriya ku li ser gelê Kurdistanê tê meşandin, dagirkeriyeke taybet e. Karaktera wê; ji holê rakirina her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, di zîhniyeta Kurdan de guhertinê esas werdigire. Dixwaze zîhniyeta Kurdan bikuje, ku bikaribe Kurd û Kurdistanê ji holê rake. Lewma, asîmîlasyonê, qirkirina fîzîkî, koçberî, talankirin, girtin, komkujî û qirkirina çandî hemûyan bi hev re dimeşîne. Bi vî rengî dixwaze her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê ji holê rake. Eger îro li Kurdistanê darûberan dişewitîne, Kurdistan xistiye nava êgir, bajaran xera dike, koçberiyê çêdike, mirovan digire, kuştinan dike, dest dide ser mal û milkê gel, ziman qedexe dike, çand û hunera Kurdan qedexe dike; ev hemû ji bo wê yekê ye ku karibe her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê ji holê rake. Ji bo wê, van hemûyan dike. Li dijî vê siyaseta gemar û qirêj, li dijî siyaseta tinekirinê, di serî de Rêber Apo, gerîla, PKK, gelê me yê qehreman û bi taybetî jî gelê me yê li Ewropayê di nava têkoşîneke mezin û dîrokî de ne. Ev têkoşîn nahêle, ku ew qirkirina Kurd û Kurdistanê temam bikin. Pêşî li wê digire û ji gelek aliyan ve pûç dike. Bi vê munasebetê, ez bi taybetî silav û hurmetên xwe ji bo gelê me yê li Ewropayê pêşkêş dikim. Ji ber ku gelê me yê li Ewropayê, bi rastî jî li dijî siyaseta dagirker û tinekirinê, bi her şêwazî disekine. Li Rêbertî, li xwe, li gelê Kurd, li nirxên gelê Kurd, li nirxên însaniyetê xwedî derdikeve.

‘TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA DIJ DAGIRKER BI ÇANDÊ YE’

Tê zanîn; yê ku li dijî dagirkeriyê têkoşîna azadiyê dimeşînin, bi çandê dimeşînin. Dagirker vê baş zanin. Ji bo ku li dijî wan têkoşîna azadiyê nebe, lazim e çanda wî gelî ji holê rakin, qirkirinê çêbikin, di zîhniyeta wan de mirinê çêbikin ku bi vî rengî pêşî li tevgereke azadiyê ya li hemberî xwe bigirin. Ji bo wê, qirkirina çandê ji xwe re esas digirin. Lewma dagirkerên li Kurdistanê êrîşî zîhniyet, ziman, çand, kevneşopî û nirxên Kurdan dikin. Dema ku êrîşê dikin û dixwazin ji holê rakin jî heqaretê li çanda Kurdan dikin. Û timî pesnê çanda xwe didin; çawa çanda wan bi pêş ketiye, mezin e, mirovan, civakê bi pêş dixe! Ya Kurdan çawa li paş maye, qels e û reş dikin. Bi vê yekê dixwazin, ku mirovên Kurd dest ji çand û rastiya xwe berdin û çanda dagirkeran ji bo xwe esas bigirin. Ku karibin bi vî rengî çanda Kurdan û Kurdan bikujin, çanda Kurd li ser vê esasê asîmîle bikin û têxin xizmeta xwe. Bi vî awayî dixwaze ya xwe bi pêş bixe û bi ser bixîne. Piştî ku van gavan diavêjin, çanda Kurd hem asîmîle dikin, hem ji holê radikin, hem jî ji xwe re dikin endustriyek. Hem ji bo qezenca madî, hem jî ji bo tevizandina zîhniyeta civaka Kurd wê bi kar tîne. Di encamê de jî dixwazin zîhniyeta xwe di zîhniyeta Kurdan de bi cih bikin, Kurdan bikin Tirk, Ereb û Fars û Kurd û Kurdistanê ji holê rakin.

‘TÊKOŞÎNA RÊBER APO, GEL, GERÎLA Û PKK JI BO ÇAND, ZIMAN, NASNAMEYÊ YE’

Eger Rêber Apo, gelê me, gerîla û PKK li dijî wan disekinin, ji ber vê disekinin. Li çand, ziman, nirx û xwe xwedî derdikevin. Ji ber ku çand; ziman û nasnameya gelekî ye. Dîroka wan e, jiyana wan e, pêşeroja wan e. Yê ku çanda xwe winda bike, winda dibe û nikare bijî. Gelê Kurd ev baş fêhm kiriye, lewma li dijî qirkirina çandê, qirkirina fîzîkî û asîmîlasyonê disekine. Ji ber vê yekê li dijî siyaseta tinekirinê disekine.

‘JI BO KU ÇAND TEMSÎLA BERXWEDANÊ YE MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST ÊRÎŞ DIBE SER ÇANDÊ’

Eger îro modernîteya kapîtalîst hegemonya xwe li ser civakê, li ser mirovan ava kiriye, sedemên vê hene. Modernîteya kapîtalîst di dîroka mirovahiyê de, çanda ku mirovahiyê afirandiye û komî ser hev kiriye, xera kiriye, têk biriye û ji hev belav kiriye. Di encama wê de modernîteya kapîtalîst serweriya xwe pêk aniye. Ji ber ku çand, berxwedanê temsîl dike, azadiyê temsîl dike. Ji bo ku civak, mirov û mirovahî li dijî modernîteya kapîtalîst li ber xwe nede û cîhaneke din neafirîne, ew daneheviya çandî têk biriye. Bi rêya vê, desthilatdarî û hegemonya xwe çêkiriye.

‘MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST QIRA ÇANDÊ TÎNE’

Bi têkbirina çandê, hegemonya xwe li ser mirovan û civakê afirandiye. Ne tenê ew belav kiriye û têk biriye, di heman demê de ev ji bo xwe kiriye endustriyek. Li ser vê endustriyê sex, spor, huner û reklam bi pêş xistiye. Amûrên ragihandinê ji bo vê armancê, baş bi kar tîne. Derfetan baş bi kar tîne. Bi rêya van, li ser civakê, li ser zîhniyeta civakê û mirovan hegemonya xwe çêdike. Ku bikaribe sîstema xwe bimeşîne. Ji ber vê yekê huner ji rastiya xwe derxistiye. Û huner di bin modernîteya kapîtalîst de ew pîroziya xwe winda kiriye. Ji ber ku kiriye madeyek û bi vê dixwaze civakê û mirovan pê xera bike. Vê yekê li dijî mirovan û civakê bi kar tîne. Bi vê yekê re mirovan, civakê belav dike, ji rastiya xwe, ji koka xwe dûr dixîne. Lewma komkujî li hunerê hatiye kirin, hunerê pîrozmendiya xwe winda kiriye. Ji ber ku huner, qadeke ku azadiyê temsîl dike. Alaveke ku azadiyê diafirîne. Çand û huner, mirovan û civakê bi pêş dixînin. Azadî û jiyana azad diafirînin, rê li ber berxwedanê vedikin. Modernîteya kapîtalîst ji ber ku li dijî civakê-mirovan e, li dijî jiyana azad e, giranî daye ser çand û hunerê. Ji bo karibe wê têk bibe, daneheviyên mirovahiyê ji holê rake û li dijî mirovahiyê bi kar bîne, ew endustrî afirandiye. Bi vî rengî li dijî civakê-mirovan sekiniye, zîhniyeta mirovahiyê tevizandiye û li ser vê yekê sîstema xwe dimeşîne.

‘YA KU CÎHANEKE DÎ WÊ BIAFIRÎNE ÇAND Û HUNER E’

Yê ku dixwaze li dijî modernîteya kapîtalîst bisekine, lazime bi çand û hunerê cîhaneke din biafirîne. Ya ku cîhaneke din biafirîne jî çand û huner e. Dikare bi vê yekê re cîhaneke nû, cîhaneke ku mirov dikare lê bijî ava bike. Kî wê vê bike? Hunermend wê vê bike. Hunermend wê xwe û çandê bi pêş bixîne. Pêşxistina çandê pêşxistina civakê ye, pêşxistina mirovan e. Pêşxistina mirov-civakê pêşxistina çand û hunerê ye. Ti civak û mirov, bê çand û hunerê nikare bijî. Dimire. Eger mirovahî û mirov naxwaze ku bimire û dixwaze ji rewşa ku modernîteya kapîtalîst ew xistiyê rizgar bibe, rêya wê pêşxistina çand û hunerê ye. Ji ber ku ew azadiyê bi pêş dixe, ew rê li ber jiyana azad vedike, ew guhertinê, nûbûnê, zindîbûnê çêdike. Ew, mirov û civakê bi rastiya xwe re dike yek.

‘LI PÊŞIYA HUNER Û HUNERMEND SÎNOR TINE’

Huner amûreke ku zanebûna azadiyê diafirîne. Bi vê amûrê herkes dikare fikrê azadiyê, rûyê azadiyê, hestê azadiyê û rêxistina azadiyê, têkoşîna azadiyê bi pêş bixîne. Ji ber ku di rastiya hunerê de her tim lêgerîn heye, afirandina tiştên nû heye, bi tiştekî qanih nebûyîn heye. Afirînerî û pêş ve birin esas e. Ti carî li pêşiya huner û hunermendan sînor nîne. Li ser wê disekine, ku çawa dikare bi rengekî bê sînor azadiyê esas bigire û azadiyê biafirîne.

‘HUNERMEND RIH Û AQILÊ CIVAKÊ TEMSÎL DIKE’

Ji ber vê yekê, hunermend ziman, deng, pêşeroj, êş, pêşketin, ruh û aqlê gelekî temsîl dike. Hunermend bi gel ve dijî, gel perwerde dike, bi rêxistin dike û dixe nava liv û tevgerê. Timî xwedî li çand û hunera gel derdikeve. Xwedî li azadiya gel derdikeve. Li dijî zilmê disekine, li dijî asîmîlasyonê, qirkirinê, qirkirina çandê disekine. Ji ber vê yekê dibe ruh û dengê civakê, dibe hest û daxwazên civakê. Lewma hunermend nikare takekesî, ezezîtiyê bijî. Divê hunermend civakê bijî, bibe dengê civakê. Dema bi vî rengî be wê bibe hunermend, karibe temsîla gelekî bike, temsîla civakê bike. Çiqasî civak bi pêş xist, ew jî bi pêş dikeve. Ji ber ku wesfa hunermendan ew e ku ji bo civakê jiyaneke azad biafirîne. Afirandina mirovekî azad e. Bi vê armancê bi rengekî bê sînor kar dike, fedakariyê dike, pêşengiyê dike.

‘DAGIRKER DIXWAZIN KURDAN BIKIN TIRK, FARS, EREB’

Dagirkeran li hemû beşên Kurdistanê siyaseta qirkirinê dimeşandin û hê jî di vê de israr dikin. Dixwazin Kurdan bikin Tirk, Fars, Ereb. Li ser Kurd û Kurdistanê netewe dewletên xwe bi pêş bixin û xurt bikin. Ji ber vê yekê, ji asîmîlasyonê, ji qirkirina fîzîkî heta qirkirina çandî bi her awayî vê siyasetê dimeşînin. Siyaseta xwe ya li hundir û derve li ser vê esasê dimeşînin. Hemû derfetên xwe li ser vê bingehê dixin nava liv û tevgerê. Rêber Apo, PKK'ê dest li vê werdan û ev destwerdaneke dîrokî bû. Ev destwerdan hê jî dewam dike. Eger dagikeran encam negirtine, ji ber vê yekê wernegirtine. Bi têkoşîna Rêber Apo re, li Kurdistanê çand û hunera Kurdan hate parastin û ji bo çand û huner bi pêş bikeve bingehekî esasî danî. Îro bûye çavkaniya çand û hunerê.

‘BÊYÎK PKK’Ê, BÊYÎ JIYANA PKK’Ê ÇAND Û HUNER LI KURDISTANÊ PÊŞ NAKEVE’

Eger îro li Kurdistanê çand û huner tê parastin û tê pêşxistin, ku çandeke nû, huner, hunermendekî nû bi pêş dikeve, ev li ser rastî û têkoşîna ku Rêber Apo rû dide. Çavkaniya wê ev e. Ev yek bandorê li ser her tiştî dike, rê li ber guhertinê vedike. Pîvanê nû derdixîne holê, tiştên ku nû tên qebûlkirin bi pêş dixîne û dibe sedema guhertinan. Ji ber vê yekê bêyî PKK'ê, bêyî jiyana PKK'ê çand û huner li Kurdistanê bi pêş nakeve. Wexta ku li Kurdistanê PKK nebe, divê mirovê fêhm bike ku Kurdistaneke bêyî çand û hunerê çêdibe, ku ew Kurdistan jî ne Kurdistan e, ji rastiya xwe derketiye, gelê Kurd rastiya xwe winda kiriye. Wateya wê, ev e. Ji ber vê yekê, bi taybetî hunermend lazim e bi gel û PKK'ê re bijîn. Li derveyî gel û PKK'ê jiyanekê nedin ber xwe. Ji ber ku ew nabe jiyan. Jiyana ku gel û PKK bi pêş dixe, dibe jiyan. Ew gelê Kurd ji mirinê derdixîne, bi ser dixe, azad dike û pêşeroja wê garantî dike.

‘KAREKTERÊ HUNERÊ ISRARA DI AZADIYÊ DE YE’

Lazim e hunermend vê yekê ji bo xwe esas werbigire. Ji bo hunermend karibin wezîfeyên xwe yên dîrokî, neteweyî pêk bînin, pêwîste di nava xwe de timî şerê nefsî bimeşînin. Ev şer çiqasî bi xurtî di kesayetiya xwe de meşand, dikare di azadiyê de xwe bi pêş bixînin. Ew hunermend dikare têkoşîna azadiyê bimeşîne, ew dikare li dijî qirkirinê, asîmîlasyonê bisekine. Ew dikare çand û hunera gelê Kurd temsîl bike û bi pêş bixe. Ruh û hestên azadiyê dikare bilind bike. Eger mirov wê li dijî dagirkeriyê bisekine, ev bi şerê nefsê dibe. Ji ber ku ew şer şerê azadiyê ye, şerê xwedîderketina li xwe ye, şerê encamgirtina li dijî dagirkeriyê ye. Lewma, hunermend ji bo karibin wezîfeyên xwe ji bo gelê xwe, ji bo însaniyetê, ji bo dîrokê, wezîfeyên xwe yên exlaqî pêk bînin, lazim e karakterê hunerê ji bo xwe esas werbigire. Ji ber ku karakterê hunerê timî lêgerîn e, pêkanîna guhertinê ye, bilindkirina pîvan e, israrkirina di azadiyê de ye.

‘HUNERMENDÊN KURDISTANÊ WÊ BIBIN DENG,ZIMAN,RUH Û AQILÊ GELÊ XWE’

Bi vê munasebetê banga min ji bo hemû hunermendan ew e, ku li wezîfeyên xwe yên dîrokî, însanî, exlaqî, neteweyî xwedî derkevin. Baweriya min ew e ku wê hunermendên Kurdistanê wê li ser vî esasî bibin dengê gelê xwe, zimanê gelê xwe, ruhê gelê xwe, aqlê gelê xwe. Wê di azadiyê de timî gelê xwe perwerde bikin, rêxistin bikin û wê bixin nava liv û tevgerê.

Ji ber vê yekê, eger li ser vî esasî wezîfeyên xwe pêk bînin, lazim e her kes zanibe ku em ê mezin qezenç bikin. Li ser vê bingehê, ez careke din ji bo festîvala we serketinê dixwazim, li we hemûyan pîroz dikim  û dibêjim 'Serketin a me ye, dagirker wê têk biçin, wê winda bikin'. Ji bo we hemûyan careke din silavên xwe, hurmetên xwe pêşkêş dikim û serketinê dixwazim.