Bayik: Armanca wan a sereke ev e ku Rojava ji Kurdan vala bikin!
Bayik: Armanca wan a sereke ev e ku Rojava ji Kurdan vala bikin!
Bayik: Armanca wan a sereke ev e ku Rojava ji Kurdan vala bikin!
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku armanca sereke ya hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê ev e ku Rojavayê Kurdistanê ji Kurdan vala bikin û got, "Di rewşa heyî de tişta li Kobanê tê kirin qirkirin e. Lê armanc tevahiya Rojava ye. Eger karibin Rojava ji Kurdan xalî bikin, wê Başûr jî bi tevahî ji Kurdan vala bikin. Divê Kurdên Başûr jî vê rastiyê zanibin.”
Nivîsa Bayik a di rojnameya Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka ya bi serenava “Tirkiyeya qirkirina çandî dike” wiha ye:
“Êrîşa li Kobanê pêk tê êrîşek qirkirina çandî ye. Bi vê êrîşê hem Kurdan qir dikin hem jî wan ji cih û warên wan dikin. Dewleta Osmanî di sala 1915’an de ev yek anî serê Ermeniyan. Niha jî bi desteka dewleta Tirk vê yekê li dijî gelê Kurd dikin. Valakirina Kobanê ji gelê Kurd, bi hevkartiya dewleta Tirk û DAIŞ’ê pêk anîn.”
Berê jî valakirina Şengalê ji Kurdên Êzîdî armancek wan a qirkirinê bû. Lê belê mixabin zêde li ser vê qirkirinê nayê sekinandin. Mîna qirkirina Ermeniyan li ser Kurdan jî qirkirinekê dimeşînin, lê belê cîhan bêdeng e û temaşe dike. Qirkirina bi rêbaza koçberkirinê bûye rêbazek rêveberiya dewleta Tirk. Dîroka desthilatdarên Tirk ji aliyekî ve dîrokek wisa ye ku pêşî gelan ji cihê wan dikin û paşî jî qirkirina fizîkî û çandî pêk tînin. Di şerê qirêj ê salên 1990’an de şeş milyon Kurd ji ber vê zîhniyetê ji cih û warên wan hatin kirin. Piraniya Kurdên ji bajarên wekî Meletî, Gurgum, Sêwaz, Dêrsim û Erzînxanê bi vê armancê hatin koçberkirin. Bendavên ku di salên dawî de li Kurdistanê têne çêkirin teqez bi armanca qirkirina çandî û eskerî têne çêkirin. Xerakirina aboriya li Kurdistanê heye û li cihê wê sazkirina aboriya talanê bi armanca qirkirina çandê tên kirin. Lewra armanca bingehîn a desthilatdaran ya li Kurdistanê ew e ku qirkirina çandî bînin serê Kurdan. Dewleta Tirk dest ji stratejî û plana qirkirina çandî ya bi rêya koçberkirina Kurdan bernedaye. Dewleta Tirk niha jî vê polîtîkayên xwe yên qirkirina çandî derbasî başûr û rojavayê Kurdistanê jî kiriye. Qirkirinên çandî yên li van deran jî daye DAIŞ´ê. Dema DAIŞ Mûsil dagir kir bi sed hezaran Kurd ji cih û warên xwe bûn. PDK vê yekê rave nake. Ji Mûsil û Şengalê bi sed hezaran Kurd dan koçberkirin. Ev qirkirinek çandî ye. DAIŞ dema firsend dît qirkirina çandî ku li Mûsil û Şengalê pêk anî wê vê carê jî li Kerkûk û derdora wê jî pêk bîne. Wê Kurdên li Kerkûk, Xaneqîn, Germiyan û deverên din jî koçber bike. Bi vê armancê Başûrê Kurdistanê li derveyî vê polîtîkaya qirkirina çandî nîne. Niha armanca sereke ya hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê ew e ku Rojavayê Kurdistanê ji Kurdan vala bikin.
Divê hemû Kurd vê rastiyê baş bibînin. Kobanê cihê pêşî ye ku dixwazin li Rojava qirkirina çandî pêk bînin. Li Rojava cihê pêşî dikin pratîkê ev der e. Li gor agahiyan li Kobanê bi sedan gund ji ber dagirkeriya DAIŞ’ê bi tevahî vala bûne. Di rewşa heyî de tişta li Kobanê tê kirin qirkirin e. Lê armanc tevahiya Rojava ye. Eger karibin Rojava ji Kurdan xalî bikin, wê Başûr jî bi tevahî ji Kurdan vala bikin. Divê Kurdên Başûr jî vê rastiyê zanibin. Divê were dîtin ku di navbera Tirkiyeyê û DAIŞ´ê de hevgirtinek wisa ya stratejîk û danûstendin heye.
Hemû êrîşên mehên dawî yên DAIŞ´ê û dorpêçkirina Kobanê vê rastiyê nîşan dide. Fêmnekirina vê yekê mîna ku çûkê hêştir serê xwe bike bin xîz ê. Pêwîst e hemû Kurd fêm bikin ku li ser Kobanê û tevahiya Kurdistanê qirkirinek çawa tê meşandin. Eger li dijî vê qirkirina ku bi fizîkî û koçberkirinê pêk tînin berxwedan neyê nîşan dan, wê li ser Kurdan ewrên reş kêm nebin.
Divê Kurdên li hemû beşên Kurdistanê qirkirina li ser wan tê meşandin baş zanibin. Qirkirina çandî ya ku bi Plana Şark Îslahat a sala 1925’an dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê kir pratîkê, Mîna ku têr nake vê carê jî vê qirkirinê li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Ji lewra divê êrîşa li dijî Rojava êrişek ji rêzê neyê dîtin. Ev êrîş parçeyek ji armanca tunekirina hemû Kurdan e. Kurd li dijî vê polîtîkaya qirkirinê ancax bi avakirina yekîtiya xwe û berxwedanê dikarin li ser piyan bimînin. Ji kesî an jî kesan li bendê mayîna avakirina yekîtiya wan û sistkirina berxwedanê xefletek mezin e. Xefletek wisa jî raste rast wê bi xiyanetê bi encam bibe.
Ji ber vê yekê divê Kurd yekîtiya xwe çêbikin, baweriya xwe bi hêza xwe bînin û li ber xwe bidin. Kengî wisa bû wê demê wê wateya piştgiriya hêzên cuda û dostan hebe. Nexwe hêvîkirina ji derve û di encamê de sistkirina berxwedanê şaşiyek mezin e. Divê ev zîhnîyet û helwest bê terikandin, berxwedana li ser bingeha yekîtî û hêza xweser berxwedan bê xurtkirin. Ev berxwedan, berxwedana hebûnê ye, berxwedana pêşîgirtina li qirkirina çandî ye."