Baydemir wesayîta Şaredariya Konya ya ku li Reqayê pirsî

Parlamenterê HDP’ê Osman Baydemir wesayîta Şaredariya Konyayê ku li Reqayê hatibû dîtin ji hikûmetê pirsî.

Parlamenterê Riha yê Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) Osman Baydemir têkildarî wesayîta Şaredariya Konyayê ya ku li Reqayê hatibû dîtin ji bo bersivdayînê pêşniyarpirsek ji Serokwezîr Bînalî Yildirim kir.

Baydemir di pêşniyar pirsa xwe de bibir xist ku bajarê Reqa yê ku di sala 2014’an de dibin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de bû û ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgakirin û wiha domand: “Di dema paqijkirina bajarê Reqayê de wesayîtekî ku logoya Şaredariya Konyayê hebû hate dîtin û wêneyên wesayîtê jî di tevnên civakî û malperên nûçeyan de hate belavkirin. Dîtina wesayîta şaredariyekê li bajarê Reqayê di raya giştî de bû sedemê rewşekî matmayîbûnê.”

‘ÇIMA LI WIR BÛ?’

Baydemir ê HDP’yî bersiva van pirsan ji Serokwezîr Yildirim xwest:

“Wêneyê ku di çapemeniyê de cihê xwe girtiye rast e?

Wesayît di kijan dîrokê de, bi kîjan rêye derbasî Sûriyeyê bûye? Eger ku wesayît di deriyên sînor yên ji bo Sûriyeyê hatibe vekirin derbas bûyî be, di kîjan dîrokê de derbas bûye?

Derbaskirina wesayîtê ji bo Sûriyeyê bi kîjan hincetê çêbûye?

Daxuyaniya ku ji aliyê Şaredariya Konya ve hatî kirin de ‘Dibe ku wesayîteke ku di îhaleyên demên derbasbûyî de be’ gotibû. Ev daxuyanî rast e? Eger ku rast e, wesayît ji aliyê kîjan fîrmayê ve hatiye îhale kirin.

Têkildarî vê wesayîtê lêpirsin hatiye destpêkirin?

Di dema avakirina DAIŞ’ê de di sala 2014’an de ji deriyên sînor yên ku ji bo Sûriyeyê hate vekirin de çend wesayîtên bi plakeyên Tirkiyeyê derbas bûne? Hejmara wesayîtên ku carek din nevegerin Tirkiyeyê çende?”