Baydemîr: Hûn nikarin rastiya Kurdistanê tune bikin

Parlementerê HDP’ê Osman Baydemîr ji ber ku ji Kurdistanê re got ‘Kurdistan’, Meclîsê ceza lê birrî. Baydemîr nerazîbûn  nîşanî vî cezayî da û got, “Heqîqet wê rojekê bi ser bikeve.”

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr ji ber ku di axaftina xwa ya di Lijneya Giştî de got ‘Kurdistan’ beriya dengdayîna cezayê xwe, xwe ‘parast.’

Daxuyaniya Baydemîr wisa ye:

‘Vê xîtaba min a li vê derê ne parastin e û xîtabeke di dilê milyonan kesan de ye. Min di hemû jiyana xwe de hewl da li ba mazlûm û bindestan bim.

Ez dixwazim ji Serokê Lijneya Giştî bibêjim, ne sûc e ku mirov ji Kurdistanê re bibêje ‘Kurdistan.’ Li rapora Recep Tayyip Erdogan a di sala 1991’ê de binihêrin, hûn ê bibînin ku gotina ‘Kurdistan’ê tê çi wateyê.

‘EZ KURDISTANÎ ME, EZ Ê ÎNKAR NEKIM’

Ez îro tiştekî derveyî heq û heqîqetê bibêjim, ez ê nikaribim hesap bidim Xwedê. Ez Kurd im, zarokekî gelê Kurd im û Kurdistanî me. Ez vî tiştî înkar nakim û ez ê înkar nekim.

Bi înkarkirin, qedexekirin û astengkirinê kêşe çareser bibûna wê ev mesele 40 sal berê çareser bibûya. Hêz, artêş, polîs û medyaya we heye, belkî we tişta anî serê Tahîr Elçî bînin serê min jî û min bidin kuştin lê hûn nikarin rastiya Kurdistanê tune bikin. Hûn dikarin Osman Baydemîr ji meclîsê biavêjin lê hûn nikarin tişta di dilê wî derxînin. Hûn nikarin heqîqetê tune bikin. Wê rojek were û ew ê heqîqet bi ser bikeve.

Ez careke din dibêjim bijî biratiya gelê Kurd û Tirk, bijî biratiya gelên Anadolû û Mezopotamyayê û bijî azadî, wekhevî û edalet û jiyana bi rûmet.”