Baydemîr hat berdan

Parlamenterê Rihayê yê HDP'yîOsman Baydemîr, piştî ku bi rêya SEGBÎS'ê îfadeya wî hate girtin, hat berdan.

Parlamenterê Rihayê yê HDP'yî Osman Baydemîr, duh êvarê li Îzmîrê dema diçû mêvanxaneya SGK'ê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û ji ber ku Edliyeya Şirnexê girtîbû, ji bo dayina îfadeyê heta ber destê sibehê li mêvanxaneyê hatibû sekinandin.

Danê sibehê Baydemîr birin Edliyeya Îzmîrê û bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) Edliyeya Şirnexê îfadeya Baydemîr girt. Piştî girtina îfadeyê Baydemîr hat berdan.

Baydemîr xwestibû destwerdana 27'ê Kanûna 2015'an a li cenazeyên li navçeya Cizîr a Şirnexê şermezar bike û ji ber vê yekê bi îdîaya "li ber qanûna civîn, meş û xwepêşandanê rabûye" doz lê hatibû vekirin. Ji ber vê dozê îfadeya Baydemîr hate girtin.