Bavê kurê wî li Sûrî hate kuştin; ev ciwan çawa derbazî Sûriyeyê dibin?
Bavê kurê wî li Sûrî hate kuştin; ev ciwan çawa derbazî Sûriyeyê dibin?
Bavê kurê wî li Sûrî hate kuştin; ev ciwan çawa derbazî Sûriyeyê dibin?
Kesekî ku nasnameya wî nediyar telefon ji bavê Bûrak Yazici ê 22 salî Hasan Yazici re vekir û got, kurê te di pevçûna li dijî Beşar Esad de ‘şehîd’ ketiye. Yazici; ez bang li Wezîrê Derve dikim ev ciwan çawa diçin Sûriyê.
Li gorî ajansa nûçeyan ya doganê (DHA) Kesekê nasnameya wî nehate zanîn, duh di demjimêr 15.00’an de telefon ji Hasan Yazici yê ji gundê Yîgîtler yê Rîzeyê re vekir. DHA’yê da diyarkirin ku, kesê telefon vekir, got ez ji Sûrî telefon vedikim û xwe weke hevalê Bûrak Yazici da nîşakirin, ji bavê Bûrak Hasan Yazici re got, dema ku kurê te li hemberî serok dewletê Sûriyeyê Beşar Esad şer dikir ‘şehîd’ keitiye û telefon girt.
Bav Hasan Yazici destnîşan kir ku, kurê wî berî 3 mehan birêya qeçax çûye Sûriyeyê û vegeriyaye û wiha got: “Ji ber ku kurê min bi rêya qeçex çûbû Sûriyeyê polîsan girt û hezar lîra cezayê pere lê birî. Piştî kurê min mehekê li mal ma û şûnde winda bû.”
Bav Hasan Yazici bang li Serok Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê kir û got: “ Ev ciwan çawa diçin Sûriyeyê? Kurê min çawa bê pasaport sînor derbaz kir û çawa dikare derbazî welatek din bibe?”. Yazici da diyarkirin ku, ew fêm nake ka kurê wî çawa derbazî Sûriyeyê bûne û ev pirs kirin: “Ma sînorê wî welatî nînin? Çawa sînor derbaz dikin? Ma birêka qaçax derketina derve ew qas hêsane?. Ez termê kurê xwe dixwazim. Yazici bertek nîşanî vê bûyerê da û got, “Ger termê kurê min neynin Tirkiyeyê ez dê çalakiyek giran bikim.”