Başûrê Kurdistanê ‘Berxwedana Serdemê’ silav kir
Li bajarê Kerkuk, Silêmanî, Hewlêr, Qeladizê, Ranya, Kelar , Teqteq, Şarezûr û gelek navçeyên Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a bi ser Efrînê hate protestokirin.
Li bajarê Kerkuk, Silêmanî, Hewlêr, Qeladizê, Ranya, Kelar , Teqteq, Şarezûr û gelek navçeyên Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a bi ser Efrînê hate protestokirin.
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bi ser Efrînê li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên girseyî hate şermezakirin.
KERKUK
Li Baxçeyê Qela yê Kerkûkê, bi amadebûna nûnerên partî û aliyên siyasî û ji bo piştgiriya Efrînê çalakî hate lidarxistin.
Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Goran, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Partiya Komunist, Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) û Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê daxuyanî hate dayîn.
Di daxuyaniyên hatin dayîn de, bal kişandin li ser yekîtiya neteweyî û hat gotin ku bi lidarxistina kongreya neteweyî Kurd dikarin êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê bişkênin.
Her wiha di daxuyaniyan de hate ragihandin ku hikûmeta Tirkiyeyê timî xwesteka dagirkeriyê hebû û hikûmeta Erdogan bi avakirina DAIŞ'ê û komên din ên terorîst nekarî armancên xwe bi cih bîne, lewma Tirkiyeyê bi xwe rasterast êrîşî Efrînê kir. Her wiha hate destnîşan kirin ku berxwedana Efrînê dewleta Tirk û çeteyên wê şikandiye.
Di daxuyaniyan de, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku êrîşên li ser Efrînê bidin rawestandin.
SILÊMANÎ
Li Silêmaniyê ji aliyê sedan kesî ve êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.
Meşê ji Cadeya Salim a bajarê Silêmanî bi tevlîbûnek zêde ya welatî û pêkhateyên bajar destpêkir û heya li Baxê Giştî yê Silêmaniyê bi dawî bû. Meş ji aliyê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Eniya Demokrasiya Gel û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ve hate organîzekirin. Her wiha nûnerên dehan rêxistinên civakî, Nifşê Nû, Tevgera Goran, Komeleya Komunista Îranê û bi dehan aktîvîst beşdarî meşê bûn.
Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên, 'Terorîst Erdogan', 'Bijî berxwedana Efrînê' û 'Wê Efrîn bi ser bikeve' hatin berzkirin.
Li ber Baxê Giştî axaftin hatin kirin. Di axaftina bêdengiya qada navneteweyî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê hate rexnekirin û şermezar kirin.
Her wiha di çalakiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bişkênin.
Di axaftinên hatin kirin de, bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hate kirin ku li gorî biryara 37'an a Parlamentoya Herêma Kurdistanê baregehên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê derbixe. Daxwaz ji kanalên Kurdî hate kirin ku rêzefilmên Tirkiyeyê boykot bikin û herî dawî bang li welatiyan hate kirin ku malê Tirkî boykot bikin.
Li bajarê Hewlêr, Qeladizê, Ranya, Kelar, Teqteq, Şarezûr û gelek navçeyên Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê de hate şermezakirin.
Di çalakiyan de dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Serdemê’ , ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin qîrkirin.