Baskên meşa dirêj li Strasboûrgê gihîştin hev

Meşvanên ku bi rojane li dijî komploya navneteweyî ji Basel, Mannheîm û Luksembûrgê ber bi Strasboûrgê ve dimeşin, gihîştin hev.

Baskên meşa dirêj ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ji Basel, Mannheîm û Luksembûrgê bi rê ketin, li bajarê Strasboûrgê yê gihîştin hev.

Bi sedan meşvanên meşa dirêj li meydana Place de Kleberê gihîştin hev û bi qîrîna dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Jin Jiyan Azadî" dewleta Tirk şermezar kirin.

Piştî ku Hozan Şemdîn sirûda 'Çerxa Şoreşê' got, nûnerên komên meşê dest bi axaftinê kirin.

Meşvan wê piştre ber bi Konseya Ewropayê ve bimeşin.