Başaran: HDP hêvî ye, lewma li ser piyan e

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku civak bêçare, bêalternatîf û mecbûrî ya xerab nîne û got, "HDP bi xurtî li ber her cûre êrîşan radibe. HDP hêvî ye, lewma li ser piyan e."

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran got, desthilatdarî herî zêde êrîşî jinan dike, ji ber ku têkoşîna herî mezin ji aliyê jinan ve tê meşandin.

Ayşe Acar Başaran ji ANF'ê re axivî û diyar kir, tifaqa AKP-MHP'ê dixwaze hemû astengiyên li pêşiya sazîbûna rejîma xwe ji holê rake. Başaran ragihand ku astengiya herî mezin jî têkoşîna jinan e û got, "Ji ber hebûna jinê, nikarin rejîmek bi dilê xwe ava bikin. Timî êrîşî îrade, têkoşîn û destketiyên jinan dike. Lê belê dema ku van êrîşan dike, li girseyeke jinê ya ku serî ditewîne rast nayê. Jinên ku azadiya jinê weke pîvana bingehîn a demokrasiyê dibînin, azadiya civakê bi azadiya jinê ve pênase dikin, di vê pêvajoyê de têkoşîna herî mezin meşandin. Yên ku di vê pêvajoyê de êrîşa herî giran li wan hate kirin û li dijî vê yekê jî têkoşîn û berxwedana herî mezin meşandin, jin bûn. Me di nava vê pêvajoyê de destketiyên gelekî mezin bi dest xistin."

Başaran anî ziman ku ji sîstema hevserokatiyê heta bi hevtemsîliyetê, ji guhertina di Qanûna Medenî de heta bi mohrkirina Peymana Stenbolê; heta xurtbûna îrade û tevlîbûna jinê li qadên aborî, jiyana civakî û siyasetê, gav bi gav berdêlên giran hatin dayin û destketî hatin bidestxistin.

Başaran bal kişand ser pêvajoya vekişîna ji Peymana Stenbolê û destnîşan kir ku ew betalkirina peymanê ya bi destê rejîma şexsekî û biryara Dadgeha Şêwirmendiyê nas nakin û got, "Ti mêr nikare bi navê me biryarê bide. Navê vî Serokkomar jî be, yekî din jî be, mêr nikare bi navê me biryarê bide. Bi erêkirina Dadgeha Şêwirmendiyê re gelo vekişîna ji Peymana Stenbolê rewa dibe? Na, nabe. Peymana Stenbolê hîn di meriyetê de ye. Ji ber ku jin wê vê peymanê bi cih bînin, me ti carî banga 'peymanê ji nû ve îmze bikin' nekirin."

DEWAMA DIJMINATIYA LI KURDAN

Di dewama axaftina xwe de Başaran destnîşan kir ku êrîşên li dijî jinên Kurd parçeyek ji dijminatiya li Kurdan e û got, "Bi taybetî bi êrîşan re hewl didin bi jinên Kurd re gavê paşve bidin avêtin. Bi vê armancê dadgeriyê weke çoyekî bi kar tînin. Ya ku li Kurdistanê, li Tirkiyeyê li dijî jinên Kurd tê kirin polîtîkaya şer e. Destavêtinê weke amûrekê bi kar tînin. Hewl didin TJA'yê darizînin. TJA rêxistineke xweser a jinê ye. Jin ji bo birêxistinkirina jiyana xwe li hev civiyan e. Êrîşên têne kirin hemû parçeyek ji siyasetekê ne. Mijara ku dijminatiya li Kurdan gihîştiye asta herî bilind, dijminatiya li jinên Kurd e."

'ÇARESERÎ DI NAVA TÊKOŞÎNA ME YA HEVPAR DE YE'

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Başaran bal kişand ser pêvajoyên salên 1980, 90, 2000'î û destnîşan kir ku her desthilatdariya pirsgirêk çareser nekirin, bi xwe winda kirin  û got, desthilatdariya AKP-MHP'ê jî wê mîna yên beriya xwe winda bike.

Başaran wiha dewam kir, "Dibe ku niha xwe xurt nîşan didin, lê belê divê civak zanibe ku ew mîna balokekê ne. Ev desthilatdarî krîza aboriyê girantir dike, her gava ku hewl dide bi rêbaza xwe pirsgirêka Kurd çareser bike hîn bêhtir di nava çiravê de diçike. Her cara ku êrîşî jinan dike, li hêzeke hîn xurtir û berxwedêr a jinan rast tê. Bi dîtina min, haya gel ji vê yekê heye. Civak rêya rizgariya ji vê desthilatdariyê jî dibîne. Çareserî di nava têkoşîna me ya hevpar de ye. Pêwîstiya me bi wê yekê heye ku vê xurtir bikin. Civak bêçare û bêalternatîf nîne. Ne mecbûrî nebaşiyê ye. Rêyeke sêyemîn heye, hêzeke civakî heye, ew jî HDP ye. Li dijî hemû êrîşan bi rengekî xurt li ser piyan e ku ev ne karê her kesî ye. Sîstema ku li ser me tê ferzkirin bila li ser AKP'ê bê ferzkirin, wê heft rojan jî nikaribe li ser piyan bimîne. HDP hêvî ye, lewma li ser piyan e."