Başaran: Di rûniştina Zeydan de me li lîstikeke amator temaşe kir

Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran piştî rûniştina Abdullah Zeydan daxuyaniyek da.

Rûniştina Parlementerê HDP’ê Abdullah Zeydan ê girtî îro li Amedê pêk hat. Rûniştina taloqî 11’ê Çileya 2018’an hate kirin. Piştî rûniştinê Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran daxuyaniyek da.

‘LÎSTIKEKE AMATOR’

Başaran di daxuyaniya xwe de qala van tiştan kir:

“Îro di rûniştina Abdullah Zeydan de, em bûn şahidê lîstikeke amator. Zeydan ji ber çalakiyên xwe yên siyasî tê darizandin. Em dizanin ku tu aliyê vî tiştî yê hiqûqî tune. Wî îro bersiv da hemû sûcdariyan lê em dizanin ku biryar ne ya dadgehan, a desthilatdariya siyasî ye.

‘PARLEMENTERÊN AKP-MHP’Ê KES NEHATIN DARIZANDIN’

Her dem parlementerên HDP’ê li korîdorên dadgehan in. Rojekê me nedît ku parlementên AKP-MHP’ê hatine darizandin. Îro li vê derê xwestin partiyeke siyasî bi rêya darizandinê tasfiye bikin. Kesên ku îro me didarizînin wê tasfiye bibin û hesabê sûcê xwe bidin.”

Başaran têkildarî rûniştina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a sibê jî got ku, “Em ji ewraqan hîn bûn ku ew ê Demîrtaş sibê bînin dozê. Em ê sibê li vir bin. Di her rûniştinê de biryara hatina Demîrtaş didin lê bi hinceta ewlekariyê hatina wî betal dikin. Lê em ê sibê li vir bin.”