Başaran: Biryara 'anîna bi darê zorê' hewldana ji bo kuştinê ye!
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, biryara dadgeriyê ku xwest Leyla Guven 'bi darê zorê' tevlî rûniştina dadgehê bê kirin, hewldanek ji bo kuştinê.
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, biryara dadgeriyê ku xwest Leyla Guven 'bi darê zorê' tevlî rûniştina dadgehê bê kirin, hewldanek ji bo kuştinê.
Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, derbarê biryara dadgeriyê de ku xwest Leyla Guven 'bi darê zorê' tevlî rûniştina dadgehê were kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Guven bi bîr xist, Leyla Guven 141 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye û got, "Mekanîzmayên ku divê daxwaza wê bi cih bînin, di bêhiqûqiyê de israr dikin. Her wiha bi biryarên xwe re dikevin nava hewldanên provokatîf."
Başaran diyar kir, biryara dadgehê hewldana ji bo mezinkirina hêrsa civakê ye û got, "Bi gotina herî sivik, biryara dadgehê provokasyon e. Em hişyariyê didin desthilatdariya AKP'ê ku dadgeriyê ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar tîne. Hewldana bicihanîna vê biryarê wê bibe hewldana kuştinê. Di heman demê de helwesta dadgeriyê ya li pêşberî vê çalakiyê jî kuştina hiqûq û edaletê ye."
Başaran bang li desthilatdariya AKP'ê kir ku dest ji vê helwesta xwe berde û di şexsê Leyla Guven de daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê qebûl bike.