Başaran: Êdî saet jî girîng in!

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, got li Imraliyê hevdîtin bûbe jî tecrî ranebûye û got, ''Êdî saet jî girîng in''. Başaran li ser bêdengiya li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê helwest nîşan da.

Berdevka Komîsyoan Hiqûq û Mafê Mirovan Ayşe Acara Başaran li Meclîsê daxuyaniya çapemeniyê da.

'BI SALAN E TECRÎD DIDOME'

Başaran bal kişande ser bêdengiya beşekî berfireh ê civakê ya li bara greva birçîbûnê û got, ''Her çendî guh û çavê xwe girtibin jî ev mesele her roj girantir dibe û hê jî rojane ye.''

Başaran got tecrîd ji 15'ê Sibata 1999'an ve  didome û bi hezaran mirov bi mehan e li dijî tecrîda mitleq li ber xwe didin.

'HEVDÎTIN BÛ LÊ TECRÎD RANEBÛ'

Başaran got hevdîtina 2'ê Gulanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re a bi parêzerên xwe re kêfxweşiyek e lê hêla dî trajîk e û domand, ''Bifikirin bi hezaran mirov bi mehan e li çar hêlên cîhanê di greva birçîbûnê de lê em hevdîtina parêzerekî bi kêfxweşî qebûl dikin'' û diyar kir ev hevdîtin nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye û li hêla dî ev hevdîtin weke xurtkirina destê desthilatê tê nirxandin.

Başaran got bi mehan nikarin tecrîdê li ser civakê deynin, bal kişande ser qanûnên Tirkiyê û peymanên navnetewî ku Tirkiyê îmze kiriye û bêyî ku ti astengiyeke hiqûqî hebe nedana daxuyaniyê ya ji hêla desthilatê ve fikaran bi wan re çêdike.

ROJIYA MIRINÊ

Başaran bal kişande ser 15 girtiyên ku ji 30'ê Nîsanê ve dest bi rojiya mirinê kirine û got, ''15 girtiyên siyasî yên rojiya mirinê de bang li desthilatê dikin û dibêjin, ''Hiqûqa xwe bi cih bînin, eşkere bikin ku hûn ê hiqûqa xwe bi cih bînin.'' Bang li hikûmetê dkin ku ji dewleta hiqûqê derketiye.

Başaran her wiha got li Girtîgeha Tîpa E'yê ya Amasayê 25 rojên pêşî vîtamîna B nedana 3 girtiyên di greva birçîbûnê de, girtî bêyî ku kesekî li wan binere hebin bi serê xwe di hicreyan de têne hiştin û hevdîtinên wan ên bi parêzeran re bi kamerayê têne şopandin.

Başaran diyar kir li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kirikkaleyê Îsmet Akin 20 kîlo li xwe şikandine, Bêrîvan Bîtma a li Girtîgeha Jinan a Kayserî  Bunyanê nema piyê xwe hîs dike, ji ber vê bi kursiyê bi teker tê hevdîtina bi parêzeran, her wiha Maşallah  Erbey jî rewşa wî weye ya Bîtmen. Li Girtîgeha Tîpa L ya Elanyayê Hafiz Abdulazîz dema destavê xwîn davêje û girtiyên li Girtîgeha Tîpa L yên  Elnayayê pir li xwe şikandine, zikê wan diêşe, germahiya laşê wan ketiye.

Başaran diyar kir li Manîsa Tîpa T jî rewş giran e, nahêlin ku ên di greva birçîbûnê de avê vexwin. Li Şakaranê jî Rahşan Aydin ku ji 26'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ye çavê wê bi zorê dibînin û ew kirine hicreya yek kesî de û bi tena serê xwe hewcehiyên xwe bi cih tîne.

Têkilî Girtîgeha Girtî ya Xarpêtê jî Başaran got 15-20 grevakarên birçîbûnê bi tena serê xwe di hicreyê de têne hiştin.

BANGA LI DEWLETÊ

Başaran got heke dewleta Tirk dewleta hiqûqê be ew bang dikin ku li gorî hiqûqa xwe biçin û domand, ''Sibe dibe ku dereng be. Binerin di vê pêvajoyê de 8 mirov ji bo ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan rabe dawî li jiyana xwe anîn.''

'ÊRÎŞA SER DAYIKAN ŞERMA TIRKIYÊ YE'


Başaran bal kişande ser êrîşa li ser dayikên ku li greva birçîbûnê, li zarokên xwe xwedî derdikevin û got, ''Divê Tirkiye ji vê rewşê fedî bike. Çapemeniya ku her roj li cem hikûmetê ye ku dibêje êrîşa li ser çalakgerên Fransayê bêrêje ye, tundya li ser dayikên Kurd nabîne, ev nayê qebûlkirin.

'SAETEK JÎ GIRÎNG E''


Başaran herî dawî got bêyî ku bi derengî bike daxuyaniyeke ku were dayin wê berê pêvajoyeke bide cihekî dî û pêş ve bibe, niha ew dizanin ku girtî li benda daxuyaniyekê ne ku bibêjin tecrîd bi mîsogerî hatiye rakirin û got, ''Em bang li hikûmetê dikin ku Destûrê, yasayan, peymanên navnetewî ku pêgirê wan e bi cih bîne, dev ji vî sûcê tecrîdê ku sûcê mirovahiyê ye biqerin. Bi zanîa ku saetek jî çendî girîng e vê bangê dikin.''