Başaran: 18 sal derbas bûn,li girtîgehan êşkence didome

Parlamentera HDP'ê Ayşe Acara Başaran diyar kir ji 19'ê Kanûnê û vir ve li ser girtîgehan êşkence didome.

Berdevka Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP'ê, parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran ji bo salvegera Komkujiya 19'ê Kanûnê daxuyaniyeke nivîskî da.

Başaran got, ''Beriya niha bi 18 salan, 20'ê Cotmeha 2000'î li dijî pergala girtîgehê Tîpa F'yê ku dihate xwestin li Tirkiyê ev pergal were danîn bi sedan gritî bi 19 daxwazên sereke dest bi greva birçîbûnê kiribûn, beşek ji girtiyan, di roja 45'î ya greva birçîbûnê de, ji ber ku daxwazên wan nehatin pêk anîn dest bi rojiya mirinê kiribûn.''

Başaran bi domdarî bi bîr xist hikûmeta wê demê operasyon biribû ser 20 girtîgehan û di encamê de 30 girtî hatibûn qetilkirin û bi sedan girtî bi giranî hatibûn birîndarkirin.

Başaran her wiha got ji 19'ê Kanûnê û vir ve di ser Komkujiya 19'ê Kanûnê re li gel ku 18 sal derbas bûne jî li dijî girtîgehan gavên derhiqûqî, êşkenceya dermirovî û tehdeya li ser girtiyan didome.