Barzanî: Vekişîn ji bo herêma Kurdistanê ne pirsgirêke

Barzanî: Vekişîn ji bo herêma Kurdistanê ne pirsgirêke

Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî, diyar kir ku vekişîna gerîlayan ji bo Herêma Kurdistanê ne pirsgirêke.

Li gorî nûçeya Rudawê ya çavkaniya xwe ji Reutersê digire, Barzanî îdiayên wekê  vekişîna gerîlayan bo herêma Kurdistanê pirsgirêke red kiriye û gotiye: “Piştî pêkhatina aştiyê ya li Tirkiyeyê, em li bendê ne ku gerîla vekişîn malên xwe.

Barzanîn tansiyona navbera Hewlêr û Bexdayê nirxand û diyar kir ku hevdîtinên bi Bexdayê re nêzî mehek berê dest pêk iriye û ev ji bo çareseriya pirsgirêka şanseke mezine.

Barzanî da zanîn ku ger pirsgirêk bê çareserkirin, kurd jî bo têkiliyên xwe yên Bexdayê nirxandineke cuda bikin.

Barzanî di mijara îlankirina serbixwebûna Kurdistanê de jî got; Serbixwebûna Kurdistanê, xewna her kurdekî ye û got çareseriya pirsgirêka kurd breiya serbixwebûnê tê.