Barzanî: Hêvîdarim têkiliya me ya bi Enqereyê re wê mîna berê be
Nêçirvan Barzanî got, "Hêvîdarim têkiliya xurt a navbera Hewlêr û Enqereyê li rewşa berê vegere."
Nêçirvan Barzanî got, "Hêvîdarim têkiliya xurt a navbera Hewlêr û Enqereyê li rewşa berê vegere."
PDK, li gel dagirkerî û heqaretên dewleta Tirk, hê jî hewl dide ber dilê dewleta Tirk xweş bike.
Serkonsolosê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Mehmet Akîf Înam, ku çar sal bû li Hewlêrê wezîfe dikir, bi wesîleya bidawîbûna dema wezîfeya xwe, serdana Nêçirvan Barzanî kir.
Serkonsolos Înam di vê serdana xwe ya xatirxwestinê de spasiya PDK'ê kir, ji ber desteka ku di nava çar salan de daye wan.
'HÊVÎDARIM...'
Nêçirvan Barzanî yê PDK'yî ku her gava diaxive spasiya Tirkiyeyê dike, di vê serdanê de jî diyar kir ku dostaniya Tirkiyeyê ya bi Herêma Kurdistanê ji bo wan girîng e. Barzanî got, "Hêvîdarim bi hewldana herdu aliyan, wê têkiliya xurt a navbera Hewlêr û Enqereyê li rewşa xwe ya berê vegere."