Baro wê li bara Roboskê bêdeng bimînin?

Baroyên ku di pêvajoya hiqûqî ya derbarê Komkujiya Roboskê sersarî kirin, bêdengiya xwe didomînin. Malbat xwedî helwest in û li bendê ne ku baro ji ber rewşê kêmasiyê bînin ser xwe.

Sersariya baro û siyasetmedaran mohra xwe li pêvajoya hiqûqî ya derbarê Komkujiya Roboskê xist, ku li Qilebana Şirnexê bi bombeyên balafirên şer ên Tirk 34 sivîl hatibûn kuştin.

Serlêdana li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê komkujiyê, beriya bi çend rojan bi hinceta ku hemû rêyên hiqûqî yên navxwe nehatina ceribandin, hate redkirin.

PIŞTÎ KU BELGE KEM BÛN Û DERENG HATE ŞANDIN..

Pêvajoya hiqûqî ya navxwe jî ji ber sedema sersariya parêzer û siyasetmedaran hate qedandin. Her çendî malbat bi arestekirina siyasemedar û parêzeran doz biribin Dadgeha Destûrê (AYM) jî ji encama neyênî para wan jî heye. Ji ber ku AYM’ê dema ku belgeyên kêm ji parêzerê têkildar, Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçî xwestî, Elçî dema yasayî ya 15 rojan bi 2 rojan derengî xist, 21’ê Tebaxa 2014’an, bêyî ku hincetekê bibêje belge şandin. Bi vî rengî jî zemîn çêkir ku daraz vê bike hincet û AYM’ê red kir.

Malbatên Roboskê jî duh bi daxuyaniyekê gotin dema ku wan xwestiye pêvajoya DMME’yê bi parêzerên dî re bidomînin, Baroya Şirnexê li dijî wan helwest nîşan daye. Dawiyê DMME’yê serlêdan red kir.

JI BAROYA AMEDÊ DAXUYANIYEKE RAZBER

Li gel Baroya Şirnexê ku ji ber sersariyê û bêdengmanê têne rexnekirin, Baroya Amedê jî derbarê mijarê daxuyaniyeke razber û tije pirs da. Baroya Amedê AYM û DMME şermezar kir û sersariya xwe ya di vê pêvajoyê de nedît.

Malbat dibêjin, ji dema ku biryar hatî ragihandin, ew ji siyasetmedar, parêzer, baro û Serokê Baroyê Nuşîrevan Elçî li benda daxuyaniyekê ne û li bendê ne ku şexs û saziyên têkildar kêmasiyê bînin ser xwe.