Banû Guven: Bi vê medyayê nabe

Banû Guven: Bi vê medyayê nabe

Li gorî daneyên Şaxê Stenbolê yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS), ji 27 Gulanê dema destpêkirina berxwedana Gezî û vir ve, zêdeyî 100 rojnamevan yan ji kar hatin derxistin yan jî neçarî îstifayê hatin kirin. Yek ji van rojnamevanan jî Banû Guven e.

Guven neçar ma dawî li bernameya nûçeyan ku heftê du caran qenala Arti1 bîne û bersiv da pirsên me yên li ser Rojnamevaniya bi navendê ve girêdayî û sebixwe, rojnamevanên girtî.

Hûn neçar man dawî li bernameya xwe ya du rojan a li qenala Arti1 bînin. Çi bû li wê qenalê?

Tevî ku Arti1 ne qenaleke alternatîf, azad û serbixwe bû, bi îdîaya ku dikare nûçeyan bi vî rengî bike, ket ser rê. Ekîba damezrîner Tûnca Mollaveisoglû û Ûgûr Tûtçûoglû di vê mijarê de birydardar bûn. Ez ne li navenda nûçeyan bûm. Ne li cihekî ku 24 saetan nûçe dia bûm. Lê bi taybetî, dema bûyerên Gezî destpêkirin hinekî dereng mabe jî min hewl da reaksiyonan bidim. Min piştre bihîst ku der heqê bûyerên Gezî de dest li Ûgûr Dundar hatiye werdan, ku çiqasî di nûçeyan de dikaer cih bide. Di bernameya xwe de ez li du destwerdanan rast hatim. Ya yekemîn, di mijara pirsgirêka Kurd de li gel ewçend pêşketinan jî, tirsa ji hin sembolan bi dîtina min nayê qebûlkirin. Destwerdana yekemîn di encama destwrdana ekîba damezrîner de bêbandor ma. Di beşa duyemîn de dem têrê nekir, min beşa ku dixwest biweşînim negihand produksiyonê. Rewşên weha mirovan bêzar dikin. Dîsa jî tiştên li welêt diqewimin, me neçar dikin em weşanê bikin. Min digot, heta ku derê dikare biçe, bila biçe.

Di warê mafên civakî de rewş çi bû?

Di warê mafên civakî de jî ezmûneke nebaş da. Min peymana 212 kir, lê ew peyman bi ti awayî neket meriyetê. Pirraniya xebatkarên li wê derê xwedî peymaneke bi vî rengî nînin. Di warê aborî de kêmasî dibe, dibe ku mirov di wergirtina heqdestên xwe de kêmasiyan dijîn, komeke îdealîst a ku dixwest dewam bike, dikare dewam bike. Lê divê çareserî bê hêvîkirin. Dema ji vê re çareserî dihat gerîn, ne rast bû ku ji siyasetê hin mirov bikevin dewrê. 

We beriya niha behsa hin sembolan kirin.. Bi giranî dest li naverokê werdidan?

Kesî kes li mêvanên min wernedidan. Min her tişt diyar dikir. Min hewl da, her cihê ez biçim qadeke xweser ava bikim. Ji ber vê yekê hêsan bûm. Ez bi azadiyeke edîtoryal çûm wê derê. Min weşana xwe ya yekemîn bi Pervîn Bûldan re kir. Der heqê pirsgirêka Kurd û çareseriyê de gelek tişt axivîn. Destwerdaneke ne yekser bû, lê min piştre bihîst ku hin mirovên haya wan ji weşangeriyê tineye hewl dane destwerdin. Ji aliyekî ve, ez vê girîng nabînim. Ji bo min a girîng ev e: Demeke kurt be jî, min weşaneke bi vî rengî kir an na? Min kir. Cihekî ku ez karibim lê bikim hebû? Belê hebû.

DESTÊ HINEKAN BI XWÎNÊ GEMARÎ BÛ

Li gorî gotinên te, te li Arti1 cihekî xweser nedît. Lê li gorî lêkolînên Şaxê Stenbolê ya Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) ji 27'ê Gulanê dema destpêkirina berxwedana Gezî û vir ve zêdeyî 100 rojnamevan yan ji kar hatin derxistin yan jî neçarî îstifayê hatin kirin. Berê jî di nava medya navendî de pêleke derxistina ji kar rû da. Vê carê çi dibe li medya navendî?

Hemû kesên gengaz ên ji bo wan dikarin pirsgirêkê derxînin, paqij dikin. Di ser de gel nerazîbûnek xurt nîşan da ku hin ji wan fêm kirin ku êdî bi vî rengî nikarin dewam bikin. Destê hinekan bi xwînê gemarî bû. Ev yek bi tenê bi hikûmetê re pêwendîdar nîne. Xwîna mirovên ku di van bûyeran de hatin kuştin, li holê heye. Divê mirov li dijî vê rawestin û tiştekî bêjin. Eger ev nehatibe kirin, hin hempişeyên me jî êdî nekarî xwe li vê bêdengiyê rabigirin. Nerazîbûna gel, êdî herkes anî nuqteyekê ku biryarê bide, rêgeha xwe diyar bike.

Medya navendî her tim têkiliya xwe bi îdeolojiya fermî ya dewletê hebû. Lê îro, yekser weke navgînên çapemeniyê yên hikûmetê kar dike. Di nava vê dorpêçê de, gelo rojnamevanî gengaz e? Medya serbixwe gengaz e?

DIVÊ EV QADA NÛÇEYÊN SERBIXWE AVA BIKIN

Di nava vê medyayê de, di nava medya navendî de ne gengaz e. Lê gelek hempîşeyên me hene yên mîna we li ÎMC, Hayat TV, Çapûlcû TV û hwd. bi rêyên li derveyî konvansiyonelê weşanê dikin, hene. Ev girîng e. Çapemeniya herêmî gelekî girîng e. Li ser çapemeniya herêmî jî, bi rêya Şaredariyan zext tên kirin. Li înternetê hin qadên nûçeyan hene. Rojnamevaniya welatiyan, wê girîngtir bibe. Lê bi van bûyerên dawî re me dîtin, ku mirovên li Tirkiyê hînê pêwistiyê dibînin ku nûçeyên ji wê konvansiyonelê, ji wê qutiyê bibihîzin. Dixwaze, dema li mala xwe rûdinê, li nûçeyan temaşe bikin. Derfetên herkesî yên înternetê tineye. Her weha em nizanin ka wê pêşeroja înternetê çi be. Ji ber vê yekê divê qadeke serbixwe li televîzyonê bê avakirin.

Rastiya rojnamevanên girtî heye. Pirraniya wan Kurd zêdeyî 66 rojnamevan li girtîgehê ne...

Divê dest ji rewşa rojnamevanên girtî neyê berdan. Bi dirêjbûna demê re, bêdengî rû dide. Gelek mijarên germ ên di rojevê de dikarin derkevin pêşiya gelek tiştî. Lê ez weke rojnamevanekê xwe berpirsyar dibînin ku di her platformê de vê bibîr bînim. Bi hezaran kes avêtin nava selika KCK'ê. Çend kes hebin ku dixwazin dînamîka civakî biafirînin, di vê demê de avêtin hundur, hînê li girtîgehê tên ragirtin. Em rewşa rojnamevanên girtî her tim di nava xwe de di rojevê de digirin. Lê ev çiqasî bi têrkerî tê kirin niznaim. Medya navendî vê qet nabîne. Rojnamevan got, ji xwe "Ew rojnamevan nînin." Ji her alî ve bi neheqiyên mezin re rû bi rû ne. Bi taybetî di pêvajoyeke ku navê aştiyê lê hatiye kirin û li gel pêşketinên di vî warî de, bêparhiştina ji azadiyan nayê qebûlkirin. Her weha rojnamevanên li derve tên darizandin û di her kêliyê de bi rîska girtinê re rû bi rû ne, hene. Heta ku hin maddeyên qanûna Têkoşîna li dijî Terorê neyê guhertin, ev kar nameşe. Ji ber ku hinek kare rabe, bi awayekî kêfî di hin şert û mercan de, karê tu dike weke sûc bibîne.

KURD, BARÊ DIKEVE SER MILÊ XWE HILDIGIRE

Em di pêvajoyoa çareseriyê de ne. Gelo em nêzî çareseriyê ne?

Kurd, berpirsyariya dikeve ser milê xwe dike. Hikûmet çi dike? Ez tiştekî berçav nabînim. Serokwezîr li Heyeta Aqilmendan guhdarî kir, rapor jê re hatin dayîn. Girtiyên KCK'ê yek bi yek tên berdan. Na, ne bawerim. Dibe ku parçe bi parçe, hêdî hêdî bê berdan. Lê piştre!

Deshilatdariya AKP'ê bi têkoşîna gelê Kurd re li dora maseyekê rûnişt û ket rêyekê. Eger dixwaze di vê rê de bimeşe, divê deshilatdarî teqez gavan biavêje. Dibe ku heta jê bê gavan neavêje, lê di dawiyê de wê biavêje...

Hêvîdarim wê bi vî rengî be. Di nava hin derdoran de guman hene ku Serokwezîr dixwaze hedefên xwe yên li ser pergala Serokatiyê bi piştgiriya Kurdan pêk bîne. Jİ ber ku em behsa lîderekî xwedî nêzîkatiyên demokratîk nîne. Bi bûyerên Gezî re gelek derdorên civakê fêm kir, ku demokrasî, demokrasiya tevlêkar, eger rêveberiya di cih de be, wê watedar be. Demorkasiyeke bi vî rengî pêwîst e.