Balûken: Wê 24’ê Hezîranê bersiva dadgehê bê dayîn

Parlemeterê HDP’ê Îdrîs Balûken ê rehîn tê ragirtin, bal kişand ser demê biryara dadgehê ya derbarê wî û got: “Wê gelê me yê bi rûmet bersiva pêwîst 24’ê Hezîranê li ser sindoqên hilbijartinê bi awayekî herî baş bide.”

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken ê li Girtîgeha Sîncarê rehîn tê ragirtin, têkildarî biryara dadgehê ya derbarê wî peyamek da.

Balûken di peyamê de got:

“Biryara Dadgeha Edlî ya Herêma Dîlokê ya derbarê min li gorî dem û encam xwedî wateye. Weke her demê îro jî biryar ne li gorî kirîterên hiqûqî ye, kirîterên siyasî li ber çav hatiye girtin û wisa biryar derbarê min hatiye girtin.

Ev biryara ku bi lez û bez berî ku navê min ji namzetiyê bê eşkerekirin, hatiye girtin wê weke deqek reş lî dîrokê bimîne.

Ev biryara bê hiqûqî di serî de di kesayeta min û hemû gelê Êlihê de, vîna azadiyê û têkoşîna demokrasiyê ya partiya me hatiye hedefkirin. Li dijî vê biryarê di serî de gelê me yê Êlihê û hemû gelê me yê birûmet wê bersiva pêwîst 24’ê Hezîranê li ser sindoqan bi awayekî herî bi hêz bide.

Gelê me bila vê baş bizene ku hemû hewldanên me serî netewandin, bi vîn, moral û baweriyeke qayîm bibin layîqî nirxên gelê xwe ye. Xebatên ku me li ser navê azadî, demokrasî, û aştiyê kirî û sekna gelê me yê birûmet, wê li ser teraziya dîrok û edaletê bê bi teqez encam bigire.

Baweriya me heye ku wê li hember her kiryarên bêedaletî û bê hiqûqiyê hesab bidin.

Li dijî vê hişmendiya ku dixwazin vîna partiya me û gelê me tine bike, em ê di demokrasî, aştî, edale, azadî û biratiya gelê xwe de israr bikin, bang li her kesê dikin bi hestyar bin û 24’ê Hezîranê helwesta pêwîst raber bikin.”