Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken diyar kir, qewimînên polîtîk ên hundirîn û derve, ku kêm ma ye gelên Tirkiyeyê di kendêl de werdin, di hevdîtinên berya niha yên li girava Îmraliyê de ji aliyê Ocalan ve hatine bilêvkirin.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken ê di nava Heyeta Îmraliyê de cih digirt, di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de bal kişand ser bandor û zerara polîtîkayên hundir û derve yên hikûmeta AKP'ê dane gelên Tirkiyeyê û got, "Bi taybetî, piştî ku maseya muzakereyê ji aliyê desthilatdariyê ve hat qulipandin û li dijî gelê Kurd konsepteke şer hat destpêkirin, her roj bi dehan cezane diçin çar aliyên Tirkiyeyê."
Balûken da xuyakirin, ku AKP hewl dide sîstemeke nû ya otorîter û dîktatorî ya xwe dispêre desthilatdariya yek partî û yek şexsî ava bike û destnîşan kir, ku ji ber vê polîtîkaya xwe li derve jî dimeşîne, gelên Tirkiyeyê û herêmê, berdêlên giran didin.
Balûken ragihand, eger AKP ji van şaşiyan venegere û di polîtîkaya hundir û derve de vê konsepta şer û komkujiyan neterikîne, wê AKP roj bi roj hîn bêhtir welêt û gelan ber bi kendêl ve dehf bide.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken destnîşan kir, ku navnîşana derketina Tirkiyeyê ji nava vê kaos û rewşa şer, Girava Îmraliyê ye û ev nirxandin kir:
"Di hevdîtinên li girava Îmraliyê de, em du sal û nîvan li ser van polîtîkayên hundir û derve yên gelên Tirkiyeyê kêm ma ye di kendêl de wer bidin, axivîn. Ji bo ev bûyer neqewimin, ji bo rewşeke bi vî rengî dernekeve holê, em li ser rê û rêbazan axivîn. Ocalan işaret bi qewimînên gengaz dikir ku eger dev ji maseya çareseriyê bê berdan û şer li ser gelê Kurd were ferzkirin, wê rû bidin. Ocalan bi awayekî gelekî vekirî ji heyetên dewletê re ragihand, ku divê dijberiya li Kurdên li Sûriyeyê bê terikandin, Tirkiye bi Kurdan re tifaqa sedan salan a sratejîk çêbike û eger vê yekê bike hem Kurd hem jî Tirk wê qezenc bikin. Em niha di pêvajoyeke welê de ne, ku ev tespîtên Ocalan hemû piştrast bûne. Ocalan dabû xuyakirin, ku eger Tirkiye bi samîmî nêzî aştiyeke mayînde bibe, wê di pêvajoya dîzaynkirina Rojhilata Navîn de xwedî giranî be. Lê di heman demê de hişyarî dabû ku eger vê neke û di polîtîkaya dijberiya Kurd de israr bike, wê pêvajoya şer û kaosê bigihêje kîjan astê, mekanîka darbeyê zerareke çawa bide gelên me. Di vî warî de hişyariyên dîrokî kiribû."
Balûken da zanîn, rêya rizgariya welêt ji vê kaosê, tavilê vegera ji şaşîtiyên polîtîka derve û hundir e û wiha dewam kir: "Li gorî me, divê rayedarên hikûmet û dewletê careke din li van hişyariyên ku Ocalan wê çaxê kiribû, binêrin. Li şûna sûdwergirtina ji tezên lîderekî siyasî yê hemû pêşdîtinên wî heta niha rast derketine, tecrîdkirina wî pirsgirêkê kûrtir dike. Tevî ewçend zext, qedexe û wehşeta lê hat kirin, gelê Kurd li qadên Newrozê xwedî li vîna xwe derket û careke din banga muzakereyê li dewletê kir. Divê ev sekna gelê Kurd bê dîtin. Di vê çarçoveyê de pêwîste tecrîda li ser Ocalan ê ji aliyê gelê Kurd ve weke sermuzakerevan tê dîtin bê rakirin, maseya çareseriyê bi rengekî ku hemû pêvajoyên şer ên hundir û derve beralî bike, ji nû ve were danîn."
Balûken ji bo vê yekê jî bal kişand ser girîngiya afirandina mercên muzakereya wekhev û azad û got, "Pêwîste AKP û dewlet van rastiyan bibînin, bi lez biryarê bidin, polîtîkayên şer ên li hundir û derve biterikînin, eşkere bikin ku ew vîna çareseriyê pîvanên Dolmabahçeyê esas digirin û bi vî rengî pêşî li pêşketinan veke. Lewma em bang li AKP'ê û dewletê dikin ku bêyî dereng bimînin tavilê bikevin nava tevgerê."