Baluken: Ma AKP dê bi zêdekirina cerdevanan 'muzakere' bike?

Baluken: Ma AKP dê bi zêdekirina cerdevanan 'muzakere' bike?

Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken aşkere kir ku hukûmeta AKP’ê li herêma Çewlikê di vê meha dawiyê de hejmara cerdevanan zêde kir. Baluken destnîşan kir ku gava mirov vê yekê li gel pêvajoya “muzakereyan binirxîne”, bêbaweriya li hemberî AKP’ê zêde dibe. Baluken destnîşan kir ku ji bo Çewlikê 899 û ji bo navçeya wê Dara Hênê 300 kadroyên cerdevaniyê hatine şandin.

Cîgirê Serokê Koma BDP’ê û Parlementerê Çewlikê Îdrîs Baluken diyar kir ku wî zêdekirina jimara cerdevanên li Çewlikê aniye rojeva Meclîsê, lê Wezîrê Geşendanê nexwestiye bersiva vê yekê bide.

'GER DÊ RÊBAZA DEMOKRATÎK BÊ CERIBANDIN, DIVÊ CERDEVANTÎ RABE'

Baluken ku ji ANF’ê re axivî û got: “AKP di van demên dawiyê de polîtîkayên nakok pêk tîne. Bi taybet di nava meha dawiyê de li dijî Kurdan polîtîkayeke nû daye destpêkirin. Li aliyekê behsa muzakere û diyalogê dike, lê gava mirov li vê yekê dimeyzîne, mirov tiştek nû, guhertine nû an jî pêngavek nabîne. Operasyonên siyasî û leşkerî didomin. Nû li Amedê cenazeyên sê berîlayan li Amedê spartin axê.”

Baluken nêzîkatiya AKP’ê ya li hemberî sîstema cerdevaniyê jî rexne kir û diyar kir ku ger dê pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe, divê ev sîstem bê rakirin.  Baluken wiha got: "Divê dewlet  li şûna cerdevaniyê û çekan bide destê mirovên xizan, divê projeyên îstîhdamê pêş bixe. Travmayek mezin a ku sîstema cerdevaniyê bi xwe re aniye heye."

'LEŞKERAN GOTINE KU EW Ê JI CERDEVANAN TÎMÊN TAYBET AVA BIKIN'

Baluken aşkere kir ku hukûmetê ji bo Çewlikê kadroyeke 899 kesî ji bo Çewlikê şandiye û got: "Bi taybet li Xorxolê û hin gundên wê ferzkirina cerdevaniyê hatiye destpêkirin. Hin rayedarên leşkerî yên ku çûne wir diyar kirine ku ew ê ji cerdevanan tîmên taybet ava bikin. Li aliyekê ev yek di rojeva gel de ye, li aliyeke din jî kadroyeke derdora 300 kesî şandin Dara Hênê. Di demek de ku çareserî tê gotûbêjkirin, AKP careke din pirsgirêkê dewrê çekan dike."

Îdrîs Balukenê BDP’yî diyar kir ku wî zêdekirina jimara cerdevanên li Çewlikê aniye rojeva Meclîsê, lê Wezîrê Geşendanê nexwestiye bersiva vê yekê bide û got: "Min pirsî ka gelo ev yek polîtîkayek a hukûmetê ye an na, ger polîtîkayê hukûmetê be, ev yek dê çawa li vê pêvajoyê were pirsî. Lê bersive pêbawer neda. Ev yek jî nîşan dide ku ev yek çarçoveya polîtîkayên AKP’ê de pêk tê.”

'CERDEVAN GEL Û PARTIYA ME DIKIN HEDEF'

Baluken diyar kir ku li Çewlikê, di nava salekê de cerdevanan gel gelek mexdûr kiriye û bi bîr xist ku li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê li dijî BDP’ê gelek êrîş pêk hatin û malên gelek Kurdên welatparêz hatin şewitandin û destnîşan kir ku li dijî avaniya BDP’ê ya Çewlikê jî êrîş pêk hat û got: “Li şûna van bûyeran ji bîra civakê bibin, vê pirsgirêkê çareser bikin, AKP rêbazek din a berevajî dixe dewrê."