Balûken li Lînzê tevlî xebatên hilbijartinê bû
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de beşdarî çalakiyên li Lînzê bû.

Li bajarê Awûstûrya Lînzê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk roja Yekşemê li Volkshaûs Ebelsbergê civîneke gel lidar xist. Di civînê de tevî Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Lînzê amade bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, nûnerên rêxistinên çep ên Tirkiyeyî û li ser navê DÎDF, ATÎK, Komeleya Pîr Sûltan Abdal û ADHG, axaftin hat kirin.
Di axaftinên li civînê de hat ragihandin, ku divê xebatek ji hilbijartinên beriya 1'ê Mijdarê xurttir were meşandin.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken jî rewşa dawî ya siyasî nirxand. Balûken her wiha beşdarî civîna taştê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bû û pêvajoya dawî nirxand.