Balûken ji Meclîsê xwest Komkujiya Parîsê lêkolîn bike

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, ji bo komkujiya li Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an rû da bê lêkolînkirin pêşniyar name pêşkêş kir. Balûken her wiha der heqê şewata daristanên Amedê de pêşniyar pirs pêşkêşî Serokwezîr Davûtoglû kir.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, ji bo komkujiya li Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an rû da bê lêkolînkirin pêşniyar name pêşkêş kir. Balûken her wiha der heqê şewata daristanên Amedê de pêşniyar pirs pêşkêşî Serokwezîr Davûtoglû kir.

Balûken bibîr xist ku di qeyda deng a bersûcê komkujiyê Omer Guney a li înternetê hat weşandin de derket holê ku komkujî bi reya hin navbeynkariyên li nava MÎT'ê pêk aniye, meqamên pêwendîdar ên Fransayê der barê mijarê de pirs ji saziyên pêwendîdar ên li Tirkiyeyê kirine, lê belê ti bersiv negirtine.

Balûken diyar kir ku dibetiya tiliya dewletê ya di vê komkujiyê de gelekî xurt e û gilînameya ji aliyê rojnameyeke Fransayê ve der barê Komkujiya Parîsê de weşand, bibîr xist. Balûken xwest, Meclîs bûyerê lêkolîn bike.

ŞEWATA DARISTANAN

Balûken di pêşniyar pirsa xwe de jî ji Serokwezîr Davûtoglû xwest, der barê şewata li daristanên Amedê de bersivê bide van pirsan:

"Der barê îdîaya li ser leşkerên bûne sedema şewata li sê navçeyên Amedê de, lêpirsîn hatiye destpêkirin? Çima mudaxleyî şewatê nehatiye kirin? Gelo bi zanebûn mudaxle nehatiye kirin? Çima pêşî li gel û wekîlan hatiye kirin ku dest li şewatê wernedin? Der barê wezîfedarên dewletê yên mudaxleyî şewatê nekirine û pêşî li gel ê dixwest şewatê vemirîne girtine, lêpirsîn hatiye destpêkirin? Şewata ku tê gotin ji aliyê leşkerên li 3 navçeyên Amedê hatiye derxistin, gelo parçeyek ji polîtîkaya we ya şer e? Ji bo bersiv ji zerarên madî û manewî yên ji ber şewatê bê dayîn, xebateke we heye? Di nava mehekê de li herêmên Amed, Çewlik, Cûdî û Dêrsimê çend caran şewat derketiye? Vê şewatê bandor li qadeke çiqasî kiriye? Der barê mudaxlenekirinê de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Li herêmê ji bo vemirandina agir, çend helîkopter, çend helîkopterên leşkerî hatine bicihkirin?"