Baluken: Ev pêşnûme bersivê nade bendewariyên civakê
Baluken: Ev pêşnûme bersivê nade bendewariyên civakê
Baluken: Ev pêşnûme bersivê nade bendewariyên civakê
Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken di derbarê zagona têkildarî parastina zimanê zikmakî ku duh li meclisê hat qebûlkirin de daxuyanî da. Baluken anî ziman ku, ev zagona hat qebûlkirin daxwazên welatiyan nabersivîne û ne li gorî daxwazî û pêdiviyên civakê ne. Baluken helwesta Parlamenetra CHP'ê Bîrgul Ayman Guler jî rexne kir û da zanîn ku, Guler nijadperestî kiriye.
Pêşnûmeya têkilkdarî parastina zimanê zikmakî ya ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hate amadekirin û pêşkêşî meclisê hatekirin. Pêşnûmeya "Pêşnûmeya Zagona di derbarê guhertina Înfaza Tedbîrên Ewlehî û Ceza ya bi Zagonên Dadgehên Ceza" ya parastina zimanê zikmakî ku di Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê de wekî komîsyonek dawî tê dîtin, piştî di komîsyona Wezareta Dadê re derbas bû hewaleyi komîsyona jêr kirin. Komîsyonê jî pêşkêjî meclisê kir û hate erêkirin.
Şevê din zagona "Parastina zimanê zikmakî" di meclîsê re derbaz bû û hat erêkirin. Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken di derbarê zagona têkildarî parastina zimanê zikmakî ku duh li meclisê hate qebûlkirin de daxuyanî da. Baluken diyar kir ku, di hevdîtinên de hin guhertin çêbûn. Lê dest cewherê wê nedan. Baluken anî ziman ku, gotin divê mesrefa werger dadgeh bide, lê dema bersûc hate cezakirin vê carê ceza heqê werger bide û wiha got:
"AKP'ê hemû pêşniyarên me red kirin û qebûl nekir. Di pêşnûmayê de kes divê bi zimanê herî baş dizane xwe biparêze" bi vî rengî cih dide mafê parastina zimanê zikmakî. Di vê mijarê de pirsgirêk zêde tuneye. Li gorî CMK’ê darizandin ji 2 pêngavan pêk tê. Gava destpêkê ji binçavkirinê heta dozgeriyê dest pê dike. Gava duyem pêvajoya darezandinê ye. Lê gava destpêkê li berçavan nayê girtin, gava duyemîn li ber çavan tê girtin. Ger ku darezandinek adilane bê xwestin divê her du gav bi hev re bê meşandin. Hemû hev temam dike. Ger ku gava destpêkê mafê parastinê tune be û gava duyemîn mafê parastina zimanê zikmakî bidin ev ne adilane yee. Me ev yek qebûl nekir. Me xwest parastina zimanê zikmakî ji destpêka binçavkirinê heta darezandinê bidome."
Baluken da zanîn ku, dê lîsteya werger ji aliyê komîsyona edaletê ve bê amadekirin û bersûc ji nava vê lîsteyê wergerekî hilbijêre û wiha got: "Lêçûna werger dê ji aliyê bersûc ve bê dayîn. Dewlet lêçûna werger nade. Werger dê ji aliyê komîsyona bajar û darazên edlî ve bên hilbijartin û lîsteya wan bê amadekirin. Werger dê ji aliyê dadger ango dozger ve bê bijartin. "
‘EV ZAGON JI BO DAXWAZ Û BENDEWARIYÊN CIVAKÊ NABE BERSIV’
Baluken destnîşan kir ku, ev pêşnûma tenê ji bo parastina zimanê zikmakî nehatiye amadekirin û ji bo 15 xalên din hatiye amadekirin û wiha bedewam kir. Ev pêşnûma ji bendewarî û daxwaza civakê dûre. Ji bo daxwaz û bendewariyên civakê nabe bersiv. Ev pirsgirêka parastina zimanê zikmakî çareser nake. Bersûc di dema lêpirsînê de nikare paratina xwe bike. Tenê li hemberî dadger mafê parastinê tê dayîn. Dixwazin bi vê pêşnûnayê çavê civakê bigire û wekî ku gav avêtibe xwe bide xuyakirin.
Baluken bertek nîşanî daxuyaniya Parlamentera CHP'ê ya Îzmirê Bîrgul Ayman Guler jî da û anî ziman ev helwesta wê gavek nijadperetî ye û ev helwesta dê wekî nijadperestiyê derbasî dîrokê bibe. Baluken bibîrxist ku, ev gotina wê neheqiya herî mezin a li hemberî gelê Kurde û ew tu carî vê nehiqê qebûl nakin.