Balûken: Em li hember faşîzmê stuyê xwe xwar nakin
Parlamenterê HDP’ê Îdrîs Balûken ê di êrîşa wekîlên AKP’ê de birîdar bibû wiha got: “Em li hember derbe û faşîzmê stûyê xwe xwar nakin."

Di hevdîtinên rakirina destnedanê yên Komîsyona Destûra Bingehîn de, li ser provakasyona Mehmet Metîner ê AKP'î li dijî wekîlên HDP'ê pêla lîncê hat destpêkirin. Di êrîşa AKP'iyan de Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Balûken birîndar bibû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku sermila rastê ya Balûken ji cihê xwe derketiye û piştî mudaxaleya destpêkê ji nexweşxaneyê derket û derbasî mal bû.
Balûken piştî ji nexweşxaneyê derket li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û ev tişt got: "Ez ji hemû dostên ku derbasî xwestin re spasiyên xwe dikim. Em ê li hember êrîşên lînckirinê, li dijî faşîzm û derbeyê sitûyê xwe xwar nekin."