Hêzên QSD’ê bi mebesta ku bajarê Reqayê û derdora bendava Tabqayê têxin bin kontrola xwe, balefirxaneya leşkerî ya li başûrê Tabqayê dorpêçkirin.
Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) bi şev du gundên li başûr û başûrê rojavayê balefirxaneyê xistin bin kontrola xwe û li ser balefirxaneya leşkerî operasyonek dan dest pê kirin.
Li gorî nûçeyên ku ji herêmê tên, şerekî giran dest pê kiriye û ji bo ku balefirxane ji çeteyên DAIŞ’ê pak û rizgar bibe, hêzên QSD’ê bi wesayîtên zirxî û çekên giran bi pêş ve diçin.
Balefirên şer ên Hêzên Koalîsyonê jî, bombeyan bi ser qadên DAIŞ’ê dibarînin.