Balafirên tirk gundên Qendîlê bombe kirin
Balafirên tirk gundên Qendîlê bombe kirin
Balafirên tirk gundên Qendîlê bombe kirin
Balafirên ku ji balafirgeha Amedê rabûn, gundê Zergele yê girêdayê Qendîlê bombebaran kirin.
Bambebarana ku di saet 18.00'an de dest pê kir, Navenda Gencan û gundê Zergele kir hedefa balafirên artêşa tirk. Di bombebaranê de 3 bombeyên qazanê hatin bikaranîn û riya di navbera Ranya û Diyanayê de jî bû hedef û ji hatin û çûyînê re hat girtin. Di bombebarana ku nîv saetî berdewam kir de, welatiyên gund malên xwe terk kirin, lê der barê mirî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin.