Balafirên şer ên Tirk Oramar bombebaran kir
Balafirên şer ên Tirk Oramar bombebaran kir
Balafirên şer ên Tirk Oramar bombebaran kir
Ji aliyê balafirên Tirk ve herêma Oramarê hate bombebarankirin û hate hînbûn ku leşkerên Tirk jî li gundên derdor û derketina navçeyan kemîn daniye.
Leşkerên Tirk ev sê roj in li herêma Sat, Çarçela û Avaşîn û gelek nuqteyên din bi topên hawan û obûsan bomberan dike û gerîlayên HPG’ê jî duh di saetên nîvro de top avêtin tabura leşkeran. Li qadên Gelok, Peyî û Geper jî di encama êrîşên li dijî taburê de pevçûneke sê saetan pêk hat. Li ser vê balafirên şer ên ji Meletî û Amedê hatin jî gelek nuqteyên Gelok, Peyî, Geper, Avaşîn û Sat bombeberan kirin. Hate hînbûn ku di bombebaranê de windahî çênebûn.
Li aliyê din li Geverê jî tîmên taybet li gund û ketina navçeyan kemîn danî. Li gorî agahiyên hatine girtin di saetên şevê de di ketina Geverê de li girê li hemberî nuqteya polîsan, li gundê Pagi yê li hemberî Çelê û navbera gundê Pagi û Mîçîç li nuqteyên stratejîk kemîn hatiye danîn.
Her wiha xebatên keşfê yên berî niha bi rojan hatibû destpêkirin jî didome.