Balafirên şer ên DYA wê ji Hewlêrê jî rabin
Balafirên şer ên DYA wê ji Hewlêrê jî rabin
Balafirên şer ên DYA wê ji Hewlêrê jî rabin
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê da xuyakirin, ku di çarçoveya plana nû ya DYA de wê beşek ji balafirên şer li Hewlêrê bên bicihkirin û ji vir rabin.
Piştî ku Serokê DYA Barack Obama ragihadn ku ew ê êrîşên hewayî yên li Iraqê berfireh bikin, berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA John Kirby diyar ki rku Pentagon dixwaze 'alîkariya hewayî ya bêtir êrîşkar" bide hêzên ewlekariyê yên Iraqê.
Berdevk ragihand ku di çarçoveya berfirehkirina êrîşên hewayî de wê beşek ji balafirên DYA ji Hewlêrê rabin.
Rayedarekî din ê Pentagonê ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û anî ziman ku balafirên şer ên ji Hewlêrê rabin, balafirên ku demeke kurt li hewayê dimînin e.
DYA dibêje, ji 8'ê Tebaxê û vir ve li hemberî DAIŞ'ê zêdeyî 150 caran êrîşa hewayî kiriye. Hat ragihandin ku piraniya van êrîşan ji bo parastina bendava mûsilê ya 130 km li rojavayê Hewlêrê ye, ku xwedî girîngiyeke stratejîk e.
Paralelî daxuyaniya Obama ya berfirehkirina êrîşên hewayî, hat ragihandin ku wê 475 şêwirmendên din ên leşkerî ji Iraqê re bên şandin. Kirby da xuyakirin ku ev şêwirmendên leşkerî wê di nava hefteyê de bigihêje herêmê, lê tevlî şer nebin.
Li gorî berdevkê Pentagonê, ji 475 leşkeran 125 jê wê ji bo mîsyonên hewayî yên ji ser Hewlêrê bên meşandin, werin wezîfedarkirin. Bi van leşkerên nû re hejmara leşkerên DYA yên li Iraqê wê bibe 1.600.