Balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser qadên gerîla digerin
Balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser qadên gerîla digerin
Balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser qadên gerîla digerin
Tevgera balafirên keşfê yên artêşa Tirk, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku balafirên keşfê yên artêşa Tirk duh û îro li qadên Zap û Metîna geriyane û ev agahî da: "Di 12’ê Mijdarê de saet di 22.00’an de û di 13’ê Mijdarê de saet di 02.00’an de balafirên keşfê yên artêşa TC li Zapê keşif kirin.
Her wiha dîsa di 13’ê Mijdarê de saet di navbera 24.00 û 04.00’an de li Metîna tevgera balafirên keşfê yên artêşa Tirk hebûn."