Bala hemû kesî li kongreya HDP’ê ye

Bala hemû kesî li kongreya HDP’ê ye

Di dawiya meha Cotmehê dawiya hefteyê de du kongreyên girîng li Enqereyê pêk tên.  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku ev 3 salin ji bo gelên bindest siyasetê dike, di 26’ê Cotmehê de li Navenda Çanda Kocatepe ya Enqereyê dê civata xwe ya giştî berhev bike. Roja din jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê bi kongreyeke mezin peyama xwe ya ‘em ji hilbijartinê re amadene’ bide.

LIJNEYA GIŞTÎ YA HDK’Ê

Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 26’ê cotmehê de li Navenda Çanda Kocatepe kongreya xwe pêk tîne. Delegeyên ku ji aliyê meclisa navendî ve hatine diyar kirin û her wiha delegeyên şaredar, parlamenter û kontenjanên HDK’ê dê tevli bibin. Ji sedî 50 dê kotaya jinê di vê lijneya giştî de bê pêkanîn. Di lijneya giştî ya HDK’ê de bi giranî dê li ser ‘asta rêxistibûnê, pirsgirêkên jiyane û stratejiya pêşveçûnê’ nîqaş bê meşandin.

KONGREYA HDP’Ê

Kongreya HDP’ê ya ku di 15’ê cotmeha 2012’an de hat avakirin û 75 damezrînerên wê yên endam hebûn, di 27’ê cotmehê de li Enqereyê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali ya Enqereyê dê pêk were. Beriya hilbijartinê 6 meh berê, HDP’ê Kongreya rizgariyê kir û ji bo bikeve hilbijartinê hemû tiştên pêwist yên qanûnî temam kirin.

Tê payîn ku bi ruhê Newroza Amedê û berxwedana Gezî tevlibûneke mezin ji bo kongreyê çêbibe. HDP hedef dike ku bi vê kongreyê ji her kesî re bêje ‘Ez ji hilbijartinê re amademe’. Peyama din ya ku HDP bide jî: Yekane cihê muxalefeta demokratîk emin!

SEROKWEZÎRÊ NÛ TÊ HILBIJARTIN

Di kongreya HDP’ê de ji bo temsîlkirina dema hilbijartinên giştî û herêmî de hevserok dê bên hilbijartin û akademîsyen Fatma Gok û parêzvanê mafê mirovan Yauvz Onen dê bo peywira xwe dewrê kesên nû bikin

Ne diyare ku dê kî bibin hevserok. Lê parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel wek teqez xuya dike. Di navbera Sirri Sureyya Onder û Ertugrul Kurkçu de dê biryar bê dayîn.

Li gel Tuncel, Onder û Kurkçu jî Levent Tuzel jî dê derbasî HDP’ê bibe. Piştî kongreyê dê hema xebatên hilbijartinan destpê bike.