Bajarokê Til Hasil ket destê rejima Baas

Bajarokê Til Hasil ket destê rejima Baas

Hêzên Rejima Baas piştî bajaroka Sifîrê û Til Eran yên Helebê bajaroka Til Hasil ku piraniya şêniyên wê Kurdin xist dest. Li aliyê din pevçûnên li derdora Lîwai 80 di navbera hêzên Rejimê û hêzên muxalefetê dewam dikin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin hêzên rejima Baas ku li herêma Helebê gelek herêm ji destê DAIŞ'ê derxistine, di rojên dawî de bajaroka Til Hasil ku piraniya şêniyên wê Kurdin ji destê muxalefetê derxist. Hate gotin ku, rejima bajaroka Til Hasil û Til Eran bombebaran kirin û di encamê de  ji sedî 90’ê şêniyên van bajarokan koçber bûne.

Hate gotin ku, hêzên rejimê piraniya herêmê ji destê komên çekdar yên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAIŞ) derxistine û nêzî herêmên rojavayê Helebê ku wek cihên sereke yên muxalefetê tê zanîn. Hate gotin ku, hêzên muxalefetê piştî pêşketinên rejima Baas seferberî li herêmê îlan kirine.

Li aliyê din hêzên muxalefetê yên xwe li taxa Bustan Başe Qesra şaredariyê bi hawanan topbaran kirin . Hate gotin ku di encamê de gelek kesên sivîl birîndar bûne. Hêzên rejimê taxên Meşhed û Amiriyê bi hawanan topbaran kirin û di encamê de 2 zarok û jinekê jiyana xwe jidest dan û 16 sivîl ku piraniya  wan jin û zarokin birîndar bûn.

Li taxên Kurdan yên Helebê jî riyên ketin û derketinê ji aliyê komên çete yên DAIŞ'ê û Rejima Baas hîn girtîne û şêniyên herêmê bi îmkanên xwe pêdiviyên xwe peyda dikin û herêmên xwe bi rêve dibin.