Bajarên Swîsreyê veguherîn qada çalakiyên ji bo Ocalan
Ji bo agahî ji Ocalan bê girtin, Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn daketin qadan û gotin, "Ocalan ji bo me sedema şer û aştiyê ye."
Ji bo agahî ji Ocalan bê girtin, Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn daketin qadan û gotin, "Ocalan ji bo me sedema şer û aştiyê ye."
Ji bo agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin, bi sedan Kurdistanî bi banga TJK-E û KCDK-E li gelek bajarên Swîsreyê daketin qadan. Li stasyonên trenê, pêşiya parlamentê û balafirgehan çalakî hatin lidarxistin. Çalakgeran gotin, heta ku li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan agahiyê bigirin, wê çalakiyên xwe bidomînin.
LÛZERN
Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Lûzernê, Kurdistaniyên li vî bajarî dijîn li pêşiya Parlamenta Kantona Lûzernê li hev civiyan. Bi sedan Kurdistanî, li ber avahiya parlamentê çalakiya rûniştinê kirin û dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Bijî Serok Apo" qîriyan. Qisekerên li vê derê gotin, Ocalan ji bo gelê Kurd sedema man û nemanê ye û bang li Kurdan kirin, ku heta agahiyê ji Ocalan bigirin, çalakiyan li dar bixin.
BERN
Kurdistaniyên li Bernê dijîn jî bi heman armancê li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan. Girseya gel posterên Ocalan hilda û dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya. Xwepêşandêran ragihandin ku wê çalakiyên xwe bidomînin.
SLOTHÛRN
Kurdistaniyên li Slothûrnê dijîn, bi banga çalakiyan li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev civiyan. Di çalakiyê de li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dirûşm hatin qîrîn û hate destnîşankirin, ku heta agahiyê ji Ocalan bigirin wê li qada çalakiyan bin.
CENEVRE
Li pêşiya stasyona trenê ya bajarê Cenevreyê jî bi heman armancê çalakî hebû. Bi dehan Kurdistaniyan demeke dirêj çalakiya rûniştinê kirin û ji bo Ocalan dirûşm qîriyan.
ZURÎCH
Kurdistaniyên li Zurîchê dijîn, demeke dirêj li stasyona trenê ya navendî çalakiya rûniştinê pêk anîn û piştre derbasî balafirgeha Zurîchê bûn. Bi sedan Kurdistaniyan li vê derê jî çalakiya rûniştinê li dar xistin û pêkanînên faşîzan ên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.
Qisekeran diyar kirin, ku Ocalan ji bo gelê Kurd sedema aştî û şer e û anîn ziman, ku heta agahî ji Ocalan bê girtin divê Kurdistaniyên li Ewropayê li qada çalakiyan bin.
Li Basel, St. Gallen û gelek bajarên din jî Kurdistanî daketin qadan û xwestin, agahî ji Ocalan bê girtin.
WÊ BER BI KONSOLOSXANEYA TIRKI VE BIMEŞIN
Wekî din, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê û Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê bi daxuyaniyekê ragihandin, ku wê sibe bi meşeke navendî ber bi Konsolosxaneya Tirk a li Zurîchê ve bimeşin û banga tevlîbûnê ji bo vê çalakiyê kirin. Çalakî wê saet di 14:00 de li Rathaûsbrucke'yê dest pê bike.