Bajarê ku hatî jibîrkirin: Idlîb

Li vê herêmê hesabên mezin tenê kirin. Wiha xuya dike ku biryara Astanayê li Idlîbê têk çû. Êdî rastiya her kesî derkete holê. Tirkiyê, xwest ku Rûsya û Îranê bixapîne. Rûsyayê û Îranê jî xwestin ku Tirkiyê bixapînin.

Li Idlîbê îro şerekî giran heye. Gelek komên çekdar ên Sûriyê li vir kom bûn. Cebhet El Nûsra li vir xwe bi rengekî xurt bi rêxistinî kiriye, her wiha rejîm, Rûsya û Îran li vir xwe ji dagirkirinê re hazir dikin. Ji hêla dî ve jî Tirkiye haziriyên xwe dike ku bikeve bajêr. Di van 7 salên dawî de gelek mirovan koç kir, ji derve gelek mirov hatin vir. Em dikarin bibêjin ku rejîmê ev bajar ji bîr kiribû. Demografiya wê ew çend hatiye guhartin, êdî gelên ku li vir dijî hev nas nakin.

Ji ber siyaseta înkarê ya rejîmê bajar hingî di ser guh re hatiye avêtin navê ‘bajarê jibîrbûyî’ li bajêr kirine. Ev ji bo gel pênasekirineke pir biêş e. Yek ji sedemeke dî ya ku bajar wiha tê pênasekirin, hêla wê ya ji ber muxalîfbûna bajêr e û her wiha berxwedaniya wê ya li dijî rejîmê ye. Piranî jê di nav El Nûsra de û ya dî jî di nav muxalefetê de cih digire. Baweriya gel a bi guherînê pir zêde bû. An dixwestin ku rejîma biguhere ya jî têk biçe. Di pêvajoyê de piştî ku muxalefet ji xeta tolhildanê derket û kete bin xizmeta hêzên dî de gel şikest. Ji bo vê jî hem xwestin ku bi çi rengî jî dibe bila bibe rejîm bi dawî bibe û her wiha xwestin ku ji komên çekdar û El Nûsra jî xilas bibin. Baweriya xwe bi Tirkiyê anîn lê dîtin ku Tirkiyê jî ew firotin rejîma Beas. Niha dîsa ketine rêya koçberiyê. Li vî bajarî ku ev çend hate piştguhkirin şerê herî giran tê jiyîn.

Li vê herêmê hesabên mezin têne kirin. Wiha xuya ye ku biryara Astana li Idlîbê têk çû. Êdî rastiya her kesî derkete holê. Tirkiyê, xwest ku Rûsyayê û Îranê bixapîne, Rûsya û Îranê jî xwestin ku Tirkiyê bixapînin. Lê êdî şertên ku bikaribin hev bixapînin nemaye. Ji ber ku êdî rewşa Idlîbê li ber çavan e. Êdî qada ku bikaribin lê lîstikan nemaye. Tenê Idlîb maye. Ew jî hemû maskeyan derdixîne. Planên her kesî teşîr dike. Ji bo vê jî di dest kê de çi qas plan û lîstik hene neçar dimînin ku wan derxînin holê.

Cebhet El Nûsra wê tine bibe yan li ber xwe bide? Tişta ku heta niha xuya dike bi rejîma Sûriyê re hevkariyê dike. Divê herêmên di dest de bêyî ku li ber xwe bide radest bike. Ji bo vê jî rejîm di demeke kurt de bi pêş ve çû.

Rejîma Tirkiyê ji bo ku per û baskên xwe li Idlîbê veke pir bihêvî xuya dike. Hê jî bi wê xeyala Efrînê ye. Her roj behsa wê planê dike ku bikeve Efrînê û vê dike rojeva her kesî. Bi vê, gefê li her kesî dixwe. Pêşî gotin ew diçin ku bi Nûsra re şer bikin. Ji bo vê jî bi her kesî re li hev kir. Lê li şûna ku bi El Nûsra re şer bike dora Efrînê pêça.

Niha jî ditirse ku bi temamî bikeve destê rejîmê. Lê tirsa wan a herî mezin ew e ku li herêmê herêmeke demokratîk were avakirin. Her çendî plana Kurdan a ku xwe bigihînin Behra Spî nebe jî wiha dikin, weke ku ev plana wan hebe dibêjin û dixin serê her kesî û dibêje ew li dijî vê ne. Bi vê têgihiştinê dixwaze hebûna xwe ya li Sûriyê rewa bike, mayinde bike. Piştî Idlîbê ti hinceta ku Tirkiye li Sûriyê bimîne namîne. Sûriye dikare deriyên xwe bigire û Tirkiye derkeve. Tirkiye vê naxwaze. El Nûsra vê ji bo xwe weke mewziya dawî dibîne. Rejîm jî weke berê dixwaze hemû Sûriyê kontrol bike.

Diyar e ku şerê li Idlîbê wê giran be. Ev ji bo gelê Sûriyê trajiyeke zindî ye. Em pê nizanin bê ka ji niha û şûn de wê Soçî û Astana çendî karîger bin. Jixwe Astana ji bo ku herêmên di dest komên çekdar ên muxalîf werin rizgarkirin dest pê kir. Soçî jî weke ku ji bo ku rejîm rewa bibe û serkeftî bibe tê kirin. Piştî ku Rûsya destek da rejîma Beas rejîm hinekî giraniyan dike. Heta niha ji gelê sivîl bi hezaran mirov hatin kuştin. Bombekirina Idlîbê dibe ku bibe sedema piranî jê zarok gelek sivîlan.

Di wijdanê gel de birînên kûr vedibin. Kî wê van birînan bipêçe û tedawî bike? Li pey hev pêngavên şer çêbûn. Her pêngavek bi navê komeke dî hate kirin.

Îranê li ser rewşa nû guherîn kirin. Îran dîsa jî wê nexwaze mewziyên li Sûriyê bihêle. Lê ne diyar e bê ka weke berê ev ê mîsoger be yan na. Rejîm çi qasî wê bikaribe xwe bi ser hev de bîne ne diyar e. Mirov dikare bibêje ku di civîna Soçiyê de rejîm bi ser ket. Lê pîvana serkeftîbûna rejîmê çiye? Çawa tê pîvan? Heke serkeftineke bi xwînê, bi kavilkrinê, bi tirsê û tolê be çi qas serkeftî ye û serkeftineke çawa ye ev? Ti caran ev serkeftin nayê hesibandin. Berovajî, têkçûneke mezin e.

*Hevseroka Meclîsa Suriyeya Demokratîk

Jêder: Ozgurlukçu Demokrasî