Bajarê berxwedêrên nabetil in: Kobanê
Bajarê berxwedêrên nabetil in: Kobanê
Bajarê berxwedêrên nabetil in: Kobanê
Kobanê bi şerê berxwedêrên li eniyê û keda mezin a sivîlên li bajêr, li ser piyan dimîne. Yekane lastîkfiroşê bajêr Salih Şêxo û kurê wî Mehmûd ê 13 salî, bê rawestand û li gel hemû xeteriyan, wesayîtên tekerên wan teqiyane, çêdikin. Bav û kur bêyî tiştekî werbigirin tevahiya rojê dibezin û dibêjin, "Em ji bo xwe, ji bo gelê xwe dixebitin. Li ku pirsgirêk hebe, li kîjan çeperê, em diçin wir û pirsgirêkê çareser dikin. Em nabetil in, serketin a me ye."
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê di roja 75. de dewam dikin. Berxwedana gel û yên destekê didin wan jî bênavber dewam dike. Li eniya şer şervanên YPG û YPJ'ê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin, li nava bajêr jî sivîl tevî hemû xeteriyan jî dibin parçeyek ji vê berxwedanê. Li navenda bajêr, ji bo destekkirina zarokên xwe yên li eniyê şer dikin, bi hezaran sivîl dimînin û li ber xwe didin. Her tiştên dikin jî bê berdêl dikin.
Yek ji van jî Salih Şêxo û kurê wî Mehmûd ê 13 salî ye, ku li bajêr kedeke mezin didin. Salih Şêxo û kurê wî Mehmûd, tevahiya rojê bê rawestan, wesayît û motorsîkletên lastîkên wan teqiyane tamîr dikin û niha yekane mirovên li Kobanê karê lastîkê dikin e.
'EM JI BO GELÊ XWE DIXEBITIN'
Salih Şêxo da zanîn ku 20 sal in ew lastîka wesayîtan tamîr dike û got, "Dema êrîşan destpê kirin jî me dest bi vî karî kirin. Em di bin sîwana şaredariyê de dixebitin. Ji bo xwe, ji bo gelê xwe em dixebitin. Ji bo heval tengav nebin em dixebitin. Li ku pirsgirêk hebe, li kîjan çeperê em diçin wir û hewl didin pirsgirêkê çareser bikin."
'EM LI TEVAHIYA BAJÊR DIGERIN'
Şêxo anî ziman ku bi êrîşan re gelek hevalên wî yên ev kar dikirin çûne û niha ew û kurê wî bi tenê li bajêr vî karî dikin. Şêxo got, "Em li tevahiya bajêr digerin. Wesayît û hemû eşya yên min in. Bi vê yekê re li kîjan devera bajêr lastîkê kîjan wesayîtê teqiya be, em diçin û tamîr dikin. Pere û berdêlek wê nîne. Em ji bo xwe dixebitin. Gelo em ji bo wan nekin, em ê ji bo kê bixebitin?"
'JI BO RIZGARKIRINA KOBANÊ YA ME Û JI NÛ VE AVAKIRINÊ EM BIXEBITIN'
Şêxo yê bê rawestand bi kurê xwe re dixebite ev bang li Kobaniyên bajar terikandine kir: "Ji gelê me yê çûye Bakur re dibêjim, werin em bi hev re bixebitin. Ji bo em Kobanê ya xwe rizgar bikin û ji nû ve ava bikin em bixebitin. Çi karê me li Tirkiyeyê heye? Werin li vir alîkariyê bidin hevalan. Ji xwe ew şer dikin. Qet nebe em tasek avê ji wan re bibin. Înşale wê Kobanê bi ser bikeve, bi ser bikeve, bi ser bikeve..."
MEHMÛDÊ RÛKEN: EM NABETIL IN
Mehmûd ê 13 salî, tevî ku di nava şert û mercêng iran de dixebite jî rûyê wî her tim li ken e. Kar ji bavê xwe hîn bûye. Bi rûkenî behsa wateyê karê xwe dike: "Em nabetil in. Em diçin cem hevalan. Em lastîkên wesayîtên wan tamîr dikin. Em diçin her cihî. Diçin cihê xetere jî. Mînak; berî niha bi demeke kin hawanek li nêzî me ket, tiştek nebû. Em dîsa jî diçin. Em ê vê derê neterikînin. Li cihê xetere heval me diparêzin, em jî bi wî rengî diçin. li vir em ji bo xwe, ji bo gelê xwe dixebitin. Serketin wê ya me be. Em dixwazin gelê me yê li Bakur vegere."