Bahoz Erdal: Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê kaosê kurtir dike

Bahoz Erdal: Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê kaosê kurtir dike

Ji Fermandarên HPG’ê Bahoz Erdal diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê li dij kurdan e û got ji berjewendiyên gelê Sûriyeyê re xizmetê nake û got: “Ev polîtîkaya Tirkiyeyê tu fêdeya wê bo çareseriyê nîne. Berovajî vê kaosê kurtir dike.”

Bahoz Erdal ji rojnamegerê Bîrgunê Ertugrul Mavîoglu re axivî û got: “Me çawa ku li Tirkiyeyê pêvajoyek da destpêkirin, êm piştgiriyê bidin pêvajoyeke wisa ya li Rovayê Kurdistan û Îranê. Em dê hêzek leşkerî neşînin Rojava, ji ber ku Rojava xwedî hêza çekdarî ya ku dikare xwe biparê zeye. Li gorî me, ji alîkariya leşkerî wêdetir, hewcedariya wan bi piştgiriya siyasÎ, civakî û dîplomatîk heye.

Gotara Bahoz Erdal ya bi Ertugrul Mavîoglu re wiha ye;

Bahoz Erdal der barê geşdanên li Sûriyeyê pêş dikevin de wiha got: “Me çawa ku li Tirkiyeyê pêvajoyek da destpêkirin, em piştgiriyê didin pêvajoyeke bi vî rengî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî. Em çavdêriyeke navendiya Rojhilata Navîne.  Dema li Tirkiyeyê pêvajoyeke siyasî ya demokratîk pêş bikeve, em rast nabînin ku li qadên din çek biaxivin.  Polîtîkaya me ya Sûriyeyê jî eve: Em piştigriyê dibin serhildana gelê xwe ya ku di 19’ê tîrmeha 2012’an de pêk aniye.  Em polîtîkaya Rojava rast dibînin û piştgiriyê didinê.  Lê em di warê hêza leşkerî de dê leşkeran neşînin Rojava.  Ji wir hêzên çekdarî bi qasî ku xwe biparêzin hene. Li gorî me ji alîkariya leşkerî wêdetir, bo Rojava alîkariya siyasî, civakî û dîplomatîk heye.

LI SÛRIYEYÊ ÇETE HENE

Bahoz Erdal da zanîn ku destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ji hebûna çeteyên çekdarî yên nava muxalefetê diqewime û got: “Van çeteyan, meşruiyeta muxalefetê jî aniye asta nîqaşê. Berovajî baweriya heyî, tevlibûna çekan a şoreşa Suriyeyê tu kesî kêfxweş nake.  Me tu carî  nexwest li Sûriyeyê çek biaxivin.  Ji xwe nêzîkatiya me ya polîtîk jî hat ispatkirin.  Komên di bin navê muxalefetê de, çete ketin dewrê û şoreşa Sûriyeyê anîn vî halî.  Meşruiyeta wan jî êdî tê nîqaşkirin. Em çareseriyeke demokratîk û siyasî pêşniyar dikin. Di esasa aştî û azadiyê de, em dixwazin di nava wekheviyê de pêvajo pêş bikeve.  Niha şert û mercên vê ava bû.  Di rewşa Sûriyeyê de êdî rewşeke ku mirov nekarin paşde gavê bavêjin heye. Dema şoreş dest pê kir, di cîhanê de di asteke ku sempatî bo wê dihat kiribûn.  Piştî ku çek û tevgerên çekdarî ketin nav, ji bo desthilatdariya Sûriyeyê jî hinceta mayînê afirî. Lê di destpêka şoreşê de, ji her derê piştgirî û piştevanî dihat. Niha wisa nîne.”

REJÎM KURDAN NAS NAKE

Bahoz Erdal di berdewamiya  axaftina xwe de diyar kir ku şerê li Sûriyeyê êdî gihiştiye asteke navnetewî û got: “Rewşa Sûriyeyê êdî gelê Sûriyeyê derbas kiriye. Welatên herêmî hene, Îran, Iraq, Tirkiye û Suudî Erebîtan.  Mudaxaleya Navnetewî heye, Rusya, Çîn û DYA… di vê rewşê de gelek zehmete ku Sûriyeyî rewşa xwe diyar bikin.  Ji ber parçebûna muxalîfan û bê perspektîfbûnê, ji rejîmê re nabin alternatîf. Hinek alî dibêjin PKK alîgirê Rejîmê ye. Ez dixwazin bersiv bidim.  Rejîma Baas  Kurdan û kesên din yên ji welatên din tê qebûl nake.  Statuya kurda li Suriyeyê gelek gelek paşde ye.  Em wek welatî qebûl nedikirin. Tirkiye j îmin terorîsê ji Sûriyeyê îlan dike.  Sedema vê çiye? Sînor piştî şerê yekemîn  yê cîhanê hat xêzkirin.  Alman dixwazin xeteke trenê çêbikin. Ji ber vê jî ew herêm wek ‘serxet-binxet’ tê îfadekirin.  Di navbera Tirkiye û Suriyeyê de têkiliyê xizman hene. Ne hewceye ji Tirkiyeyê bê, divê li Tirkiyeyê bê dinê.  Ev sînor jî wisa hatiye diyarkirin. Ketiye navbera xizman û ew ji hevkirine.  Teqez xizmên Rojavayîyan li Bakûr hene. Yê me jî hene. Malbata me li Bakûr mezin bûne.  Carna tên binxetê, piştî demekê vedigerin serxetê.

POLÎTÎKAYA DIJ KURDAN

Erdal di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Geşedanên li Rojhilata Navîn pêk pêk, li Bakur û Başûr jî pêk anî û vê têkoşîna Rojava jî aktîf kir.  Niha muxalefeta herî bi hêz kurd in.  Kurdên Rojava heta niha ya rast kirin. Polîtîkayên Tirkiyeyê yên bo Sûriyeyê bo gelê Suriyeyê xizmetê nake.  Piştgirî da çeteyan.  Polîtîkaya fermî ya Tikrieyeyê bi rastî Sûriyeyê demokratîk nake.  Ji perspektîfeke ku bi hevre bijîn, gelek gelek dure. Polîtîkaya Tirkiyeyê di esasa xwe de li dij kurdane.  Dibêjin em çawa bikin ku kurdan bê statu bihêlin. Daxwaza Tirkiyeyê eve. “