Bafel Talabanî: Kesên ku em anîne vê rewşê, divê lêpirsîn li wan were vekirin

Bafel Talabanî sedema vekişandinê diyar kir û got, “Lîderên Kurd ji firsenda dîrokî man. Kesên ku em anîne vê rewşê divê lêpirsîn li wan were vekirin.”

Kurê Mam Celal (Celal Talabanî) Bafel Talabanî têkildarî êrîşên li ser Kerkûkê ji France24’ê re axivî.

‘VEKIŞANDINA ME TAKTÎKÎ BÛ’

Talabanî got ku, “Fermandarên me yên li qadê, piştî şehadeta 100 pêşmergeyên me, biryareke taktîkî wergirtin û vekişiyan. Rastiya bûyerê ev e. Ji bo ku bi sedan pêşmerge jiyana xwe ji dest nedin, şer li navenda Kerkûkê belav nebe û sivîl jiyana xwe ji dest nedin, fermandarên me biryara vekişandinê dan.”

‘KESÊN KU EM ANÎN VÊ REWŞÊ DIVÊ LÊPIRSÎN LI WAN WERE VEKIRIN’

Talabanî li ser gotina ‘xayîntiyê’ jî got ku, “Kesên ku vî tiştî ji min re dibêjin, ez îadeyî wan dikin. Ez daxwaz dikim ku têkildarî bûyerên li Kerkûkê bila lêpirsîn were destpêkirin. Ez ê tiştekî ku bibe sedema qelsbûna yekîtiya Kurdan nekim. Pêdiviya me bi yekîtiyê heye.

TEKLÎF Û PEYMAN

Referandûm pirsek bû divê bihata kirin lê ne hedefa me ya dawîn bû. Hedefa me ya dawîn stendina mafên Kurdan e. DYA, nûner, McGurk heta roja dawîn teklîf ji me re anîn. Heke em bi Bexdayê re muzakereyan bikin wê heta 2 salan referandûma serxwebûnê bihata kirin. Lê lîderên Kurd ev firsend bi kar neanîn. Ev şaşiyeke gelekî mezin bû. Dema ku Iraq ber bi Kerkûkê ve diçû jî firsendek hebû. Abadî peymanek pêşkêşî me kir.

Di vê çarçoveyê de wê DYA, Îngîltere û leşkerên Iraqê wê li baregehê bihatina bicihkirin. Ev tişt wê rê li ber facîaya Kerkûkê bigira. Min tenê ev peyman îmze kiriye. Ji rêveberiya YNK’ê ji 50 kesan 38 kesan ev belge îmze kiriye û ev belge di destê min de ye.

‘HÊZÊN DIN BI KÊ RE LI HEV KIRIN?’

Ev peymaneke bi rûmet bû wê kes têk neçûya. Wê Kerkûk di destê me de bûya, wê ev trajediya li ser Kerkûkê pêk nehata. Lê lîderên Kurd nikarin ku biryarake wisa bidin. Tekane tişta ku ez dizanim ev e, gelek caran xwestin xwe bigihînim me û peyman pêşkêşî me kirin, gelek jê ne yên qebûlkirinê bû. Redkirina teklîfa dawîn a DYA’yê şaşiyeke gelekî mezin bû.”

Bafel Talabanî li ser vekişandina pêşmergeyên PDK’ê yên ji Kerkûkê jî got “Heke min û Bexdayê me li hev kiribin, hêzên din bi kê re li hev kirine?”