'Azîz Guler di dilê gelan de neqişî'

Partiya Şoreşger ji bo fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Azîz Guler daxuyaniyek weşand.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî, ji bo Fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî yê Rojava Azîz Guler (Rasîh Kûrtûlûş) ê di operasyona li Rojava ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek weşand.

'LI DILÊ GELÊN JI BO WAN TÊDIKOŞIYA NEQIŞÎ'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Azîz Guler ê ji bo azadiya gelên Tirkiyeyê û çîna karker, di dema xwendina zanîngehê de tevlî refên têkoşîna şoreşgerî bû, hingî di nava SDP'ê de bû, li qedemeyên cuda yên partiyê wezîfe kir û herî dawî bû endamê Meclîsa Partiyê. Di heman demê de bû yek ji damezrînerên Sendîkaya Ciwanên Xwendekar a DÎSK'ê GENÇ-SEN û têkoşîna xwe ya ji bo zanîngeha demokratîk, dewam kir. Dema li Tirkiyeyê bû, bi dehan caran bû hedefa hêzên faşîst û dewletê, bi ti awayî ji têkoşîna xwe venegeriya. Di şerê xwe yên li dijî zilmê de her tim bû yek ji pêşengên ciwanan ê rûken."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Guler di Berxwedana Gezî de amade bû û hat gotin, "Navê wî li dilê gelên ji bo wan şer dikir û li nava çavên zarokên bi rûkenî li pêşerojê dinêrin, neqişî."