'Azadiya civakî wê bi berxwedaneke topyekûn pêk were'
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek destnîşan kir, ku ew ê bi rengekî topyekûn li ber barbariya kapîtalîst rabin.
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek destnîşan kir, ku ew ê bi rengekî topyekûn li ber barbariya kapîtalîst rabin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Çîçek, ku di Kongreya 2. a Asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê de ji bo hevserokatiya bajêr hate hilbijartin, perspektîfa rêxistina partiya xw eya bajêr ji ANF'ê re vegot.
Çîçek bibîr xist, ku HDP û HDK li dijî barbariya kapîtalîst, bi mîsyona avakirina rastiya civaka rêxistinbûyî ya hemû gelan dest bi siyasetê kiriye û anî ziman, HDP navê projeya teorîk a berxwedana hêzên ji aliyê barbariya kapîtalîst ve hewl tê xwestin bê tengavkirin û tinekirin e.
Çîçek diyar kir, ev pirsgirêk ne tenê ya Tirkiyeyê ye, rastiya netewe dewlet berhemeke kapîtalîst e û wiha dewam kir: "Homojeniya sîstema netewe dewlet, qirkirina çandî, aborî û siyasî ferz dike. HDP navê wê projeyê ye, ku hemû komên gefa qirikrinê li wan tê xwarin, li hev dicivin û qadên azadî û rêxistinê dafirînin. Wek HDP dibe ku ji aliyê pratîkê ve kêmasiyên me çêbûne, lê belê ji niha û pê ve perspektîfa ku em ê giraniyê bidin ser; berxwedaneke topyekûn e."
Çîçek destnîşan kir, encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê û rêjeya dengê NA ya referandûmê careke din nîşan dan ku HDP hêvî ye.
'ME SERÎ LI BER ZEXTÊ NETEWAND'
Çîçek ragihand, li Tirkiyeyê rejîmeke ji her demê bêhtir zordar li dijî wan heye û wiha dewam kir: "Cara yekemîn nîne ku ev rastî derdikeve pêşiya me. Ji Mûstafa Sûphiyan û vir ve vî welatî zext, zordarî, girtin û komkujî dîtiye. Eger em li pêşberî van zextan serî bitewînin, em ê hingî winda bikin. Divê wezîfeya me ya bingehîn; serînetewandin be, berxwedan be û avakirina azadiya civakî be. Dînamîka îro li kongreyê derkete holê, bi vî rengî bû. Berxwedana li dijî faşîzmê divê ne yekane amûra têkoşînê be. Yek ji wezîfeyên me yên bingehîn ew e, ku li gel vê berxwedanê, em jiyana mirovan û ya civakê hêsan bikin."
'DI VÊ RÊYÊ DE TIFAQ ŞERT E'
Çîçek destnîşan kir, ku di vê rêyê de kirina tifaqan mecbûrî ye û diyar kir, siyaset amûra xapandin an jî nixumandina rastiyê nîne. Çîçek got, "Divê em siyasetê li ser rastiya civakî ava bikin" û anî ziman, hemû partiyên siyasî, rêxistinên kedê û hêzên demokrasiyê yên xwe didin ber vê rastiya civakî, hevalbendên wan ên xwezayî ne.