Azadî wê bi têkoşîna jinê pêk were

Azadî wê bi têkoşîna jinê pêk were

Artêşbûyîna jinê, ku di sala 1993'an de di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de pêk hat, bû wesîle ku jin di rêxistin û çalakiyan de hîn bêhtir serketinan bi dest bixe. Ev artêşbûyîn hînê dewam dike û di roja îro de, li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên ji gelek dewletên emperyalîst destekê digire, radiwest e.

Yek ji pêşengên artêşbûyîna Jinê endama Konseya Rêveber a KCK'ê Sozdar Avesta, cihê jinên Kurd di nava PKK'ê de û girîngiya artêşbûyîna jinê, ji ajansa me re nirxand.

Avesta da xuyakrin ku bi derketina PKK'ê re tevlîbûna jinê jî destpê kiriye û got, "Tevîbûna di dema asta komê de, hîn bêtir ji jinên xwende, xwendekar, kedkarên li febrîqeyan dixebitîn, pêk dihat. Bi giranî ji derdorên ev têkoşîn dişopand bû. Lê belê piştî ku xeta PKK'ê li Bakurê Kurdistaniyê xwe gihand civakê, ev rewş bi giranî guherî. Sekna dilsoziya bi gotina xwe, biryardarî, xwedî vîn, wêrek û fedekar a pêşengên PKK'ê yên xebatên propaganda û ajîtasyonê dimeşand, bandoreke kûr li girseya jinê kir. Çarçove û nêrîna îdeolojîk a di mijara wekheviya jin û mêr de hat destnîşankirin û ragihandina vê nêrînê ji civakê re, bû hêviyeke mezin ji bo girseya jinê."

Avesta ragihand ku PKK di nava civaka Kurd de weke tevgereke baweriyê bi pêş ket û got, "Di asta herî jor a vê baweriyê de jî jinên Kurd cih girtiye. Lewma Rêber Apo PKK'ê weke partiyeke jinê pênase dike. Ji ber ku bi derketina Tevgera Azadiyê re, jinên Kurd ên cewhera Kurdewariyê, welatparêziyê temsîl dikin, tevî hemû dagirkerî, talan û mêtîngeriyê cewhera xwe parastine, bi derketina PKK'ê re ev cewhera xwe bêhtir bi pêş ve xistin û di vê têkoşînê de veguherîn kirdeyeke bingehîn. Jinên Kurd di hemû astên tevgera PKK'ê de cih girtin, bûn yek ji pêşengên vê têkoşînê û bi fedekarî, ked û baweriyeke mezin ev kirine."

'JIN ÇIYÊ NATERIKÎNIN' 

Avesta ragihand ku nêzîkatiyên dijminên Kurdan ên li ser bingeha şîdetê ji holê rakirina pirsgirêka Kurd hînê dewam dikin û destnîşan kir ku haya tevgera jinê ji destjêneberdana artêşbûyîna jinê heye.

Avesta axaftina xwe wiha dewam kir: "Rêbertiya me daye xuyakirin ku pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin jî, çareseriya pirsgirêka zayend wê demeke dirêj biajo, lewma têkoşîna di vê çarçoveyê de were dayîn jî girîng e têkoşîneke demdirêj be. Her kes van çiyayan biterikîne jî, jin naterikîne. Ji ber ku jinên Kurd bi van çiyan re bûne yek, pişta xwe dispêre çiyê û nirxên li van çiyan afirandiye û wê têkoşîna xwe dewam bike. Lewma mezinkirin û berfirehkirina YJA STARê, rêxistinbûyîna bi têgihiştina partiyê weke mijareke girîng hatiye tespîkirin."

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Sozdar Avesta da zanîn ku bêyî pêşengî û rêxistinbûyîna partiyê li Kurdistanê ti pêşketin nabe û anî ziman, ku tevgera wan a jinê ya ku têgihiştina 'bêyî îdeolojiya rizgariya jinê û asta partîbûyîn pêşketineke cidî nabe' pejirandiye, PAJK'bûyînê weke armanca bingehîn daniye pêşiya xwe.

Avesta da xuyakirin ku tevgera jinê êdî derketiye asteke têk naçe, bûye xwedî ezmûneke cidî, bi rêxistinbûyîna xwe ya ji hezaran kadro û milîtanan nîşan daye ku hêzeke mezin a azadiyê ye.

'ŞOREŞA KURDISTANÊ BI ŞOREŞA JINÊ PÊKAN E'

Endama Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhat diyar kir, ku jinên di nava Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de roleke diyarker di parastina Rojava û Başûrê Kurdistanê de dilîzin, ji aliyê artêşbûyîna jinê û azadiya jinê ve gelekî girîng in û anî ziman, ku divê artêşbûyîn ji aliyê cewherî ve baş were fêmkirin.

Serhat da zanîn ku beriya her tiştî armanc û cewhera têkoşîna wan avakirina civaka demokratîk e û ragihand ku ji mînak û dîroka şoreşên cîhanê hatiye dîtin, ku ev armancên wan bi xebateke kêm yan jî bi têkoşîneke giştî ve bi dest nakevin.

Serhan da zanîn ku civaka demokratîk bi azadiya jinê pêkan e û wiha axivî: "Rêber Apo ku ji destpêka damezrandina PKK'ê û pê ve cih da jinê, tespît kir ku serketina şoreşa Kurdistanê bi şoreşa jinê dibe û ev tespît bi têkoşîneke bê hempa ya çil salan gav bi gav bi pêş ve xist, heman gav di qada parastinê de jî avêt. Jinên Kurd ên li çiyayên Kurdistanê mejî, beden, kesayetî, hest, nêzîkatî yanî bi kurtasî xwe ji her alî ve perwerde kir, di qada parastina rewa de jî pêşketinên mezin, tecrûbeyên muezem bi dest xistin. Jinê bi vîna xwe, bi hêza xwe ya cewherî, bi tecrûbeyên xwe, bi rastî bi şaşiyên xwe, bi serketin, bi keda cewherî û bi berdêlên xwer e kevneşopî û pratîkeke berxwedanê derxist holê û bi vê yekê re dîrokek afirand. Yanî nasname û rûmeta jinê ji nû ve hatiye afirandin."

'PARASTINA REWA YA JINÊ DIVÊ BÊ KÛRKIRIN Û BERFIREHKIRIN'

Serhat bal kişand ser cih û rola jinê ya li eniyên berxwedanê yên li Rojava û ev nirxandin kir: "Yekîneyên parastina leşkerî ya jinê, bi nirxên xwe yên moralê, bi hêza xwe ya rêxistinî û bi feraseta xwe ya jiyanê re, hêzeke guhertina civakî dike ne. Eger weke artêşên klasîk bên nirxandin, ev yek wê bibe fêmnekirin yan jî berevajîkirina armanca wê. Wateya rêxistinbûyîneke bi vî rengî, ne tenê şerî îro yê li hemberî DAIŞ'ê ye. Îro nav DAIŞ e, lê sibê yan jî rojeke din sîstema bi serweriya mêr wê hêzeke din biafirîne, hêzeke fermî yan jî ne fermî bide êrîşkirin. Li gorî parastina me ya rewa, çi organîzeyî be çi ne organîzeyî be, divê li hemberî her şêwe êrîşên li dijî jinê nerazîbûn were nîşandan, helwest bê destnîşankirin, serî bê rakirin. Ji xwe her roj bi dehan jin ji ber sedemên cuda li malê, li kolanan yan jî li xwepêşandanên siyasî dibin qurbanên tundî û cînayetên mêr. Li dijî qirkirina jinê û xeteriya qirkirinê, kûrkirin û berfirehkirina parastina rewa ya jinê, berpirsyariyeke me ye ku ti carî dest jê nayê berdan. Êrîş û berxwedana dawî ya li Rojava-Kobanê û Şengal, jin bêtir xistiye nava lêgerînê û bûye sedem ku xwe ji aliyê parastina rewa ve perwerde bike."

Serhat diyar kir ku bi terora dewletê û DAIŞ'ê ya li Şengal, Rojava û Tirkiyeyê re careke din derketiye holê, ku di vê dema tundî û zexta li hemberî jinê derketiye asta herî bilind de, divê jin hêza xwe ya parastinê ava bike, parastina xwe ya rewa ji însafa mêr re nehêle. Serhat destnîşan kir ku jinên Kurd ji vê rastiyê re pêşengiyê dikin û bang li hemû jinan kir, ku bibin xeleke ji vê berxwedanê.