Ayten Kaplan bi ferqek kêm wenda kir
Ayten Kaplan bi ferqek kêm wenda kir
Ayten Kaplan bi ferqek kêm wenda kir
Di hilbijartinên ku duh li Almanyayê pêk hatin de siyasetmedara kurd Ayten Kaplan ku li Eyaleta Bakurê Ren Westfalya (NRW) hatibû nîşandan bi kêm ferqekî wenda kir û neket meclisa Federal. Partiya Çep ya ku Ayten Kaplan di rêza 11’emîn de bû 10 parlamenter derxist.
Hate hînbûnku namzeta parlamenteriyê Ayten Kaplan ku ji aliyê saziyên Kurd û penberên Tirkiyeyê ve piştgirî ditît bi çen sed dengî wenda kiriye. Kaplan di rêza 11’emîn a lîsteya Partiya Çep de têdikoşiya.
Li gorî encamên hilbijartina duh ku Demokratên Xiristiyan qezenc kir, Partiya Çep ji NRW’ê 10 parlamenter derxistiye. Li gorî hilbijartina sala 2009’an li partiya Çep parlamenterek xwe wenda kiriye û her wiha Partiya Çep li NRW’ê, dîsa parlamenter Ulla Jelpke ku bi kurdan re ji nêz ve eleqeder dibe ji rêza 3’emîn û Andrej Hunko jî di rêza 4’emîn de hatiye hilbijartin. Her wiha siyasetmedara jin a penaberên Tirkiyeyê Sevîm Dagdelen di rêza 5’emîn hat hilbijartin.
Partiya Çep di hilbijartinên 2009’an de ji sedî 11.9 deng girtibû û duh ji sedî 3,3 deng wenda kir û daket ji sedî 8.4. lê ji ber ku Partiya Keskan û FDP’ê deng wenda kir, Partiya Çep pişt CDU/CSU û SPD’ê ket rêza sêyemîn.