Aysel Tugluk nehate berdan
Dadgehê biryar li ser wê da ku Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ayesel Tuglu girtî bimîne.
Dadgehê biryar li ser wê da ku Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ayesel Tuglu girtî bimîne.
Danişîna 3. a Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tugluk pêk hat. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 17. pêk hat.
Tugluk rapora tenduristiyê da û bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê nebû. Dozger rewşa delîlan, dema wê ye ku ev ji kengî ve giriye da ber xwe û xwest ku rewşa wê ya girtîbûnê bidome.
BIRYAR
Parêzer Levent Kanat, di danîşînê de xwest ku Tugluk were berdan û heke neyê berdan jî xwest ku di danîşîneke dî de Tugluk li danişînê amade be.
Şandeya Dadgehê red kir ku daxwaz ji nû ve were kirin, biryar li ser da ku rewşa girtî ya Tugluk berdewam be û di danişîneke dî de Tugluk hazir be.
Danişîn taloqî 16’ê Adara 2018’an bû.