Ayna: Dewleta tirk piştgiriyê dide komkujiya Rojava
Ayna: Dewleta tirk piştgiriyê dide komkujiya Rojava
Ayna: Dewleta tirk piştgiriyê dide komkujiya Rojava
Parlamentera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna got: “Kurdistan çar paçeye. Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat yekin û aliyên Kurdistanê ne. Îro dewleta TC piştgiriya xwe ya ji bo komujiya Rojava ev sêr oje bi êrîşên ku pêk tîne ispat kiriye.
Konvoya duh ji Amedê ji bo ku tevli nobeta Rojava ya li Serêkaniyê pêk tê bibe, derket rê di navbera Wêranşar û Serêkaniyê de hatibû rawestandin û destur ji bo têketina bajar nehatibû dayîn. Girseya li ser rê hat rawestandin şeva xwe bi çalakiyan derbas kir. Çalakiya Nobetê di saetên serê sibê de bi dawî bû. Parlamentera BDP’ê a Amedê Emîne Ayna di çalakiyê de axivî û got: “Dixwazin careke din kurdan bikin qurban. Dibe ku Kurdistan li çar paçeyan hatibe veqetandin. Lê kurd ne kurdên berê ne, Kurdistan ne kurdistana berê ye.
Ayna da zanîn ku dilê gelê kurd yê her çar parçeyan bi heman awayî davêje û got: “Kurdistan çar parçeye. Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat yekin, aliyên Kurdistanê ne. Îro dewleta TC piştgiriya xwe ya ji bo komujiya Rojava ev sêr oje bi êrîşên ku pêk tîne ispat kiriye.”
Ayna wiha pê de çû: “Dewleta tirk di alî aborî û manevî de piştgiriyê dide komkujiya li hemberî kurdan tê kirin. Em hemû nûçeyan dixwînin. Em hemû tiştên ku El Nusra ya ku girêdayê El Qaîdeyê ye dike dibînin. Ez bang li Erdogan dikim. Bila êdî ji me re nebêje xwişk û birayên min yên kurd. Ji ber ku ew ne muslimane. Me çalakiya xwe ya vir bi daweî kir lê ji bo Rojava çalakiyên me dê bidomin.”